ŞENGAL- Salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi çalakiyekê li gundê Til Îzêr ê Şengal, di bin pêşengtiya Yekîtiya Ciwanên Êzidxan (YCE) de hate pîrozkirin.
Ciwan, jinên ciwan, zarok û malbat beşdarî çalakiyê bûn.
Beşdaran bi govendgirtinê ve roj bi coş pîroz kirin. Piştî dîlanê, li ezmanên Şengalê fîşekên hewayî hatin teqandin. Hin ciwanên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn, pîrozbahiyê bi qîrîna dirûşmeyan “Bijî Serok APO” berdewam kirin.



