ZIRGAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger, Yekîtiya Jinên Ciwan û Desteya Ciwan û Werzîşê li bajarê Zirganê ya girêdayî Dirbêsiyê bi daxuyaniyekî piştgiriya xwe ji berxwedana gelê taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yê Helebê nîşan da. Daxuyanî li pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger a Zirganê bi zimanên erebî û kurdî hat xwendin.
Ciwanan êrîşên hêzên hikûmeta Colanî li ser her du taxan şermezar kirin û daxwaza Sûriyekî demokratîk û nenavendî kirin.



