WOLFSBURG – Ciwanên Apoyî ên Welatparêz ji bajarên Wolfsburg û Hannover ên Elmanyayê di çarçoveya bernameyek perwerdehiyê ya du rojan de hatin cem hev.
Perwerdeyê polîtîkayên şer ên taybetî, çanda şoreşgerî û exlaqê nîqaş kir. Ciwanan bi awayekî çalak beşdarî nîqaşên li ser van mijaran bûn û beşdariya xwe di pêvajoyê de nîşan dan.
Di tevahiya perwerdeyê de, nirxên jiyana komunal û hevaltiyê jî hatin destnîşankirin, helbest hatin xwendin û stran di nav ciwanan de hatin gotin.
Di roja dawî ya bernameyê de, ciwanan pêvajoya siyasî ya li Kurdistanê nirxandin û nîqaşên xwe bi banga “rêxistin bibin û rêxistin bikin” bi dawî kirin. Di dawî de ciwanên Apoyî ên welatparêz Komunên Ciwanan ên Şehîd Halîm Dener ava kirin.


