NAVENDA NÛÇEYAN- Beriya çend kêliyan, li Şamê hevdîtina şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeya hikumeta veguhêz dest pê kir. Ev hevdîtin di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 10ˊê Adarê ya di navbera QSDˊê û hikumeta veguhêz de hatibû îmzekirin de, pêk tê.
Di hevdîtinê de ji şandeya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, Mazlûm Ebdî û Rohilat Efrîn û ji şandeya hikumeta veguhêz Ehmed El Şeri û Esed El Şîbanî amade bûn.
Ev gav piştî civîna 6ˊê Cotmeha 2025ˊan ku tê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmed, Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Xesan El Yûsif û Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid Hamid El Mehbaş, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê li Sûriyê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Amîral Brad Cooper, ku serokatiya şandeyeke ji Koalîsyona Navneteweyî dikir, amade bûn.



