NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên hikumeta veguhêz êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir.
Hêzên hikumeta veguhêz ya Sûriyê hemû rêyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê girtin û çekên giran li dora wan bi cih kirin. Xelk ji bo protestokirinê daketin kolanan û dirûşmeyan qîr kirin.
Di êrişên çekdarên Hêzên Rêveberiya Şamê-HTŞ-Colaniyê de 15 welatî birîndar bûn. Berxwedaniya gelê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê didome.


