MÛNSTER – Li bajarê Münsterê yê eyaleta NRW’ê (Nordrhein-Westfalen) ya Almanyayê, Kurdên ku ji çend rojan ve çalakî û meşên xwe didomînin, îro dîsa derketin qadan.
Pêşengiya çalakiyê TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger) Ciwanên Münster, Tevgera Jinê, Meclîsa Herêmî û hevalên Kurdên enternasyonal kirin. Ciwanên ku di çalakiyê de cih girtin bi stran, marş û sloganên xwe berxwedana Rojava silav kirin û bi dawî kirin ku ciwanên Kurdistanî her dem di qadan de cih bigirin.
Meş li ber Stasyona Trenê ya Navendî dest pê kir û bi daxuyaniyan li ber Belediyeya Bajêr domand. Di daxuyaniyan de hat diyarkirin ku heya ku êrîşan bidomînin, gelê Kurd dê her dem li kolanan bimîne. Wan destnîşan kir ku ne tenê agirbesteke demkî, lê statûyeke daîmî pêwîst e.
‘Tawanên şer tên kirin.’
Piştî van daxuyaniyan, girse meşê xwe heta Ludgeriplatz domand. Ji wir ve dîsa heta stasyona trenê ya navendî meş hate domandin. Di meşê de pankart û dövîzên ku tawanên şerê li Rojava hatine belgekîrî di destan de hatin girtin.
Di meşê de dengê ciwanan qet nehat qutkirin. Ciwanan gelek caran bi sloganên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Yekê yekê yekê, gelê Kurd yek e” û “Bijî Berxwedana Kobanê” kolanên Münsterê bi dengê xwe tijî kirin.
Çalakî li ber stasyona trenê ya navendî bi sloganan bi dawî bû.


