DÊRÎK – Civîna 6 mehan ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Girkê Legê, Çilaxa û Dêrikê li bajarê Dêrikê bi beşdariya 25 endamên ciwanan û nûnerên her sê herêman pêk hat. Her wiha, li Holê jî Ciwanên Şoreşger civîna xwe ya 6 mehan li darxistin, bi amadebûna 20 ciwanan.
Di civînan de, rapora 6 mehan hat xwendin. Di raporê de xebat û çalakiyên di pêvajoyê dawî de hatin nirxandin. Her wiha, planên pêşerojê ji bo zêdekirina rola ciwanan di civakê de hatin pêşxistin.
Dimenekî li ser jiyana şehîd Çiya Rizgar jî hat temaşe kirin. Ciwanan dan diyar kirin ku wê li pey şopa şehîd Çiya xebatê xwe bidomin.
DÊRÎK
HOLÊ



