QAMIŞLO – Di çaryekfînalên Turnuvaya Saziyan a Futbolê ya Şehîd Nûredîn Sofî de, Tîma Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tîma Maliyê li Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê, di maçekî de hatin hemberî hev.
Tîma Tevgera Ciwanên Şoreşger maç bi 3-1 qezenc kir û cihê xwe di nîvfînala turnuvayê de misoger kir.
Bi dehan temaşevanên hezir bûn. Ev turnove ji aliyê Desteya Ciwan û Werzîşê yê Cizîrê ve tê lidarxistin ji bo pêşxistina aktîvîteyên werzîşî û têkiliya di nava saziyên civakî de.



