DIRBESIYÊ – Li bajarokê Dirbêsiyê Tevgera Ciwanên Şoreşger komxebatekî li ser “Qetilê Kastîk” di çarçoveya nirxandinên Rêber Apo de li darxistin. 20 ciwanan beşdarî komxebatê bûn.
Di serî de nirxandinên Rêber Apo li ser derketina “Qetilê Kastîk” weke çavkaniya dewlet û desthilatdariyê hatin xwendin.
Di guftugoyên komxebatê de hat diyar kirin ku bûyerên kûştinê ne encama kiriyarên takekesî, lê belê nîşana pergalekî ku her tund û tûjiyê çêdike.
Ciwanan banga rêxistinbûna civakê, da ku ciwan bibin bersivek rastîn û bibandor ji bo bidawîkirina desthilatdariyê.



