HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger a heseke civîna xwe ya 6 mehan bi amadebûna dehan ciwanan li navenda PYD li darxist.
Civîn bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan destpêkir. Perspektîfên Rêber Apo derbarê rola ciwanan di avakirina civakekî demokratîk de hatin xwendin.
Di axaftinên vekirinê de rewşa siyasî û leşkerî yê herêmê hat nirxandin. Her wiha, rola ciwanan di avakirina komînan di çarçoveyê civakekî demokratîk de hat destnîşankirin. Piştî wê dîmenekî li ser xebat û çalakiyên 6 mehên dawî hat temaşekirin.
Raporê kar û xebatên 6 mehan jî hat xwendin. Piştre nîqaş li ser rewşa rêxistinî û kêmasiyên tevgerê hat vekirin. Di encama nîqaşan de plansaziyekî hat derxistin.
Civîn bi xwendina daxuyaniyekî bi dawî bû. Di encamnameyê de hate gotin ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo zemîna bingehîn a azadiya civakê ye. Di heman demê de hate gotin ku dê civîn û danûstendinên bi ciwanan re hîn zêdetir werin lidarxistin.



