REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê dewreyekî perwerdeya bîrdozî ya Akademiya Şehîd Botan Kobanê bi amadebûna 20 ciwanan bi dawî kir. Dewre bi navê şehîd Mihemed Hesen El Semîr hat lidarxistin.
Ciwanan li ser perwerde û encamên ku jê hatin girtin axivîn.
Sîdra Sirûr got: “Di demek kurt de li Akademiya Şehîd Botan Kobanê, dewreya Şehîd Mihemed Hesen El-Samîr dest pê kir. Em li ser girîngiya perwerde, rêxistinbûn û rastiya Rêber Apo fêr bûn. Gelek ders hebûn. Herî zêde dersa li ser girîngiya perwerdeyê bala min kişand. Wekî din dersa girîngiya tevgera ciwanan û sîstema wê, li ser çawa civak û ciwan werin rêxistin kirin. Ji ber ku di nava ciwanan nezanebûnekî heye derbarê madeyên hişbir, perwerde li ser xwe xilaskirina ji bandorên şerê taybet û çawa civakê xwe bi hêz bike û ji bo maf û azadiya xwe têkoşîn bike disekine. Di nav akademiyê de, em bi zehmetiyan re rû bi rû man, lê hemû hevalên me bûn yek, û armanca me bû ku em çawa ji akademiyê derkevin, em bikevin nav hevalên xwe yên ciwan ji bo em wan ji şerê taybet xilas bikin. Azadiya civakê bi azadiya Rêber Apo dest pê dike. Divê em li ser van xalan bisekinin. Li ser vê bingehê, em di nav civakê de têdikoşin.
Hezme Reqa wiha anî ser ziman: Di çarçoveya dewreyek bîrdozî de, dersên siyasî û fikrî hatin dayîn. Dersên ku bala min kişandin rastiya şehîdan, rastiya Rêber Apo, rastiya malbatê, şerê taybet, kapîtalîzm û sosyalîzmê ne. Em fêr bûn çawa em wekî ciwan û jinên ciwan di nav civakê de bandor bûn. Em fêr bûn em çawa ji zihniyeta mêr a zayndperest bandor bûn. Ez herî zêde ji dersa şerê gelê şoreşgerî bandor bûm. Her wiha, me filmên weke filmê Kobanê û filmê Bêrîtan temaşekir û me ders ji wan girtin. Çiqas zehmetî hebûn, moralê me neket û me di fikirê Rêber Apo de xwe kûr kir. Armanca min piştî vê perwerdeyê ew e ku hevalên ciwan ne tenê di nav saziyan rêveberiya xweser de birêxistin bikim, divê em li derveyî saziyan rêveberiya xweser jî bin da ku civatek demokratîk û komunal li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo ava bikin.
Misêna Reqa jî wiha got: Ez bi xwestek tevlî perwerde bûm. Perwerde nêzî duh mehan berdewam kir. Perwerde ji aliyê zanistî, felsefî û bîrdozî de dewlemend bû. Saet 6’ê sibê em radibûn, ji saet 6:00 heta 7:00ê, werzîş hebû, ji saet 7:00 heta 8:00ê me taşte dixwar û paqijî dikir. Ji saet 8ê sibê ders dest pê dike heta saet 11, ji saet 11:00 heta 13:00ê firavîn bû. Ders heta 4:00ê berdewam dikirin û me ji bo bernameya êvarê, fîlmek, an jî semînerekî temaşe dikir. Jiyana akademiyê li ser mijarên rêxistinî û dîsîplînê disekine, lê di nav akademiyê de me jiyanek civakî jiyan dikir. Şaştî û sererastkirin hebûn, lê bi rihê hevaltî pirsgirêkan dihatin çareser kirin. Em hemû bi hev re bûn û piştgirîya hev dikirin û moralê hev bilind dikirin. Bi saya rihê hevaltiyê û bi rexne û rexnedayîn, dema ku hevalek şaşiyek didîtin, ne hewce bû ku em dengê xwe li hev bilind bikin. Bi vî awayî, me rêz li hev digirt. Bi rexne û rexnedayîna xwe, me şaşiyên hev sererast kirin û me bi rêya akademiyê gelek tişt derbas kirin. Di warê dîsîplînê rêxistinî de, akademî pir rêkûpêk bû. Yanî, du meh gava hûn ji akademiyê derdikevin, hûn fêm dikin ku hûn ne mirovekî asayî ne an tiştekî wisa, û hûn piştî perwerde pir difikirin, ez bûm mirovekî baştir. Armanca me piştî ku em diçin ev e ku em heman jiyana ku me li akademiyê jiyaye bijîn, û di nav civakê de jiyaneke rêkûpêk, exlaqî û siyasî bijîn.



