NAVENDA NÛÇEYAN- Tîma Destwerdana Lezgîn a kantona Reqayê di 48 saetên dawîn de cenazeyên 3 ciwanên noqî ava çemê Firatê bûne û xeniqîne, derxistin. Tîm li cenazeyê kesê din digere.
Li gorî agahiyên rêveberên tîmê dane, temenên qurbaniyan 20 salî derbas nekiriye û navên wan ev in: Ehmed Omer El Hemed, Mecd Xelîl Bekor, Mehmûd Xelîl Bekor û Ehmed Mihemed El Mizel.
Bûyerên noqbûnê di ava çemê Firatê de li herêmê dubare dibin. Di havîna par de 39 rewşên noqbûnê li kantona Reqayê hatibûn tomarkirin.
Girêdayî mijarê, Tîma Destwerdana Lezgîn banga xwe ji şêniyan re dubare kir ku li cihê kûr û xeternak ên çem avjeniyê nekin.
Çavkanî: ANHA



