HESEKÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê komxebatekî li ser “Dewlet, desthilatdarî û demokrasî” lidarxist, di bin slogana “Ji bo civaka demokratîk xwe rêxistin bike û rêxistin bibe”. Bi dehan ciwanan ji tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê beşdarî komxebatê bûn li salona Marbella ya bajarê Heseke. Berî ku vê komxebat di asta navendî de were lidarxistin, bajar bi bajar komxebatan derbarê heman mijar pêk hatin.
Komxebat ji Rêber Apo û tevahî şehîdên şoreşê re hat diyarî kirin. Piştî deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan, nirxandinên Rêber Apo derbarê “Dewlet, desthilatdarî û demokrasî” hatin xwendin.
Komxebat bi nirxandina beşdaran û gûftûgo berdewam kir. Dest pê kê desthilatdarî-dewlet, û piştî wê demokrasî hat destgirtin.
Komxebat bi xwendina encamnameyekî bi dawî bû. Encamname bi vî rengî ye:
“Di bin dirûşmeya “ji bo civaka demokratîk xwe rêxistin bike û rêxistin bibe” me komxebata “Dewlet, desthilatdarî û demokrasî” bi beşdarbûna hejmarekî têrker ya ciwanan bi serkeftî gihîşt encamê.
Encamên ku derketin bi vî şêwazî ne:
1 – Ji bo derbaskirina tesîra dewlet û desthilatdariyê pêwîst e tevgera ciwanan di asta radîkal de têkoşîn bike.
2 – Ji bo derbaskirina tesîra dewlet û desthilatdariyê broşûr amadekirin û di hemû komînan de xwendin. Civak li ser vê esasê perwerde kirin.
3 – Ji bo zanekirina civakê wek hemleyekî xurt li ser ferasetan dewlet û desthilatdarî civîn, komxebat û semîneran pêşxistin.
4 – Wek tevgera ciwanan ji bo derbaskirina zihniyeta dewlet û desthilatdarî giranî dayîna xebatên perwerdehiyê.
5 – Wek tevgera ciwanan rastiya dewlet-desthilatdariyê di aliyê dîrok de nas kirin û tekoşînekî xurt dayîna meşandin.
6 – Ji bo derbaskirina zihniyeta dewlet-desthilatdariyê giranî dayîna pergala netewa demokratîk.
7 – Di nav malbat, dibistan û saziyên civakê de nêzîkatiyên desthilatdariyê re tekoşîn dayîna meşandin.
8 – Ji bo avakirina zihniyeta demokratîk pêwîst e her ciwanekî fêrî çanda demokrasiyê bibe. Li ser vê esasî giranî dayîna xebatên perwerdeyên cûr bi cûr.
9 – Ji bo çanda demokratîk û komînal pêwîst e her ciwanekî xwe di kesayeta Rêber Apo de kûr bike.”



