ŞENGAL – Ciwanên Êzîdî ji bo bîranîna şehîdên fermana DAIŞ’ê yê 3’ê Tebaxê 2014 bi hezaran wêneyên şehîdan daliqandin. Çalakî ji 25’ê Tîrmehê heya 3’ê Tebaxê berdewam e. Ev yekê her sal tê kirin ji bo bîranîna şehîdên fermanê. 3’ê mehê jî wê meşekî girseyî were lidarxistin.
Pîr Kameran hedefa çalakvanan diyar kir û destnîşan kir ku divê her kes piştgiriya Êzîdiyan bike li beramberî neheqiya ku li ser wan hat kirin.
Lîna Şengal jî daxwaza xwe anî ser ziman ji bo ku hemû esîr û cenaze ku hîn di destê DAIŞ’ê de vegerin cem gelê Êzîdiyê.
Sihat Dumo destnîşan kir ku rojanê merasîmên olî li wir tên kirin û ku bi vê çalakî dixwazin ku her kes bibîne neheqiyan ku li ser gelê Êzîdiyê hat kirin.



