KOLN – Ciwanên Kurd û enternasyonalîst ji bo Meşa Dirêj a ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo amadekariyan dikin.
Bangên ji hunermendan ji bo beşdarbûna Meşa Dirêj berdewam dikin. Komîteya amadekariya meşê banga hunermendê TEV-ÇAND Rêber Serhed li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal weşand.
Rêber Serhed, ku ev bang bi rêya diyalogê bi hevalê xwe Sîpan re kir, girîngiya beşdarbûna hunermendên Kurd di xwepêşandana “Meşa Azadî û Demokrasî” de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tekez kir.
Di banga diyalogê de, Rêber Serhed got, “Divê em bi hunera xwe, bi rengên xwe û bi dengên xwe beşdarî meşa azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bibin.”
Meşvanên azadiyê dê di 9’ê Îlonê de li Koln, Almanya, bicivin. Ew ê di 10’ê Îlonê de li Kolnê, di 11’ê Îlonê de li Dusseldorfê û di 12’ê Îlonê de li Dortmundê gavên azadiyê bavêjin. Piştî xwepêşandanên Meşa Dirêj, ciwan dê di 13’ê Îlonê de li Dortmundê beşdarî Festîvala Çanda Kurdistanê bibin.



