HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê komxebatekî li ser “Dewlet, desthilatdarî û demokrasî” lidardixe, di bin slogana “Ji bo civaka demokratîk xwe rêxistin bike û rêxistin bibe”. Bi dehan ciwanan ji tevahî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê beşdarî komxebatê dibin li salona Marbella ya bajarê Heseke. Berî ku vê komxebat di asta navendî de were lidarxistin, bajar bi bajar komxebatan derbarê heman mijar pêk hatin.
Komxebat ji Rêber Apo û tevahî şehîdên şoreşê re hat diyarî kirin. Piştî deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan, nirxandinên Rêber Apo derbarê “Dewlet, desthilatdarî û demokrasî” hatin xwendin.
Komxebat wê bi nirxandin û gûftûgo berdewam bike.



