BERLIN – Li ser vexwendina Yekîtiya Ciwanên Komunîst (KJB), Tevgera Jinên Tekoşer (Teko-JIN) li Berlînê semînerek li dar xist. Nêzîkî 50 kes beşdar bûn. Mijara semînere ser çanda şehîdan di nav tevgera azadiya Kurd de û taybet ser jiyana şehîdên ên ku li Berlînê jiyan kirin, bû.
Semîner bi deqeyek bêdengiyê ji bo bîranîna Şehîd Hêvî Gabarî û hemû şehîdan dest pê kir. Ji bo salvegera şehadeta Şehîd Hêvî Gabar, di semînerê de behsa jiyana û berxwedana wê hat kirin.
Di destpêkê de hat destnîşankirin ku şehîdbûn di Tevgera Azadiya Kurd de ne windahiyek fîzîkî ye, lê belê mîrateyek exlaqî ye ku ji bo azadiya gel. Her wiha hat destnîşankirin ku bîranîna şehîdan bi soza berdewamiya berxwedanê zindî tê hiştin. Şehîdên jin wekî sembolên berxwedanê li dijî baviksalarî û dagirkeriyê cihekî taybet digirin û di semînerê de jiyana şehîdên ku ji Berlînê tevlî têkoşînê bûne hat vegotin.
Herwiha, çîroka Şehîd Bîseng Brusk wekî mînakek çanda şehîdan hate pêşkêş kirin.
Semîner bi taybetî li ser şehîdên ji Berlînê yên ku beşdarî têkoşîna azadiyê bûne sekinî. Minak nameyek ku xwişka Ş. Azime Şervîn ji ciwanan re nivîsandibû jî hate xwendin, Bîranînên Ş. Rêzan Amed hat vegotin, xebaten Ş. Delîl Çiyager ya ciwanan li Berlînê hate vegotin.
Di dawiya semînerê de, vîdyoyek ser şehîdên pêşengên ciwanan ên Ewropayê hate nîşandan. Piştî vê endamên Teko-JIN bersivan pirsan kir.


