NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî ya li Şamê ragihand ku hêzên hikûmetê dest bi ketina nav Siwêdayê kirine, bajarekî li başûrê Sûriyeyê ku ji aliyê şervanên Durzî ve tê kontrolkirin.
Qedexeya derketina derve li bajêr hatiye ragihandin. Wezareta Parastinê ji niştecihên Siwêdayê xwest ku “li malê bimînin û hemû tevgerên komên neqanûnî ragihînin.”
Kêm dem berî vê pêşveçûnê, rêberên olî yên Durzî daxuyaniyek weşandin ku ketina hêzên hikûmetê pejirand û ji komên Durzî xwest ku çekên xwe radest bikin.
Di destpêkê de di navbera şervanên Durzî yên li herêmê û eşîrên Bedewî yên ku ji aliyê Şamê ve têne piştgirîkirin de pevçûn derketin.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di pevçûnan de 99 kes hatine kuştin. Di nav wan de 60 Durzî (di nav de du jin û du zarok), 18 Bedewî, 14 endamên hêzên ewlehiyê yên hikûmeta demkî ya li Şamê, û heft kesên çekdar ên nenas hene.