PARÎS – Ji bo bîranîna 43’emîn salvegera şehadeta Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, kesayetên pêşeng ên PKK’ê ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de “Rojiya Mezin a Mirinê” dest pê kirin, di bin pêşengtiya Ciwanên Kurdistaniyên Fransayê (CKF) de, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li navçeya Villiers-le-Bel a Parîsê, bîranînek hat lidarxistin.
Berî destpêkirina bernameyê, kêliyek bêdengî hat girtin û piştre fîlma “Berxwedana Zindana Amed a 14’ê Tîrmehê” hat nîşandan, ku berxwedana mezin a ku di 14’ê Tîrmeha 1982’an de dest pê kir û encamê de 4 şoreşgerên mezin şehîd dikevin, vedibêje.
Di bîranînê de têkoşîna Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz, ku di Zindana Amed de ketin rojiya mirinê û şehîd bûn, hat bîranîn. Beşdaran di vê roja dîrokî de, ku bûye sembola berxwedan û fedakariyê, pabendbûna xwe ya bi têkoşîna gelê Kurd a ji bo azadî û rûmetê re ji nû ve piştrast kirin.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.