NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK Gever li gelek cihan şehîdên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Mehmet Hayri Durmuş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Alî Çîçek bi bîr anîn. Endamên yekîneyê li deverên cuda yên bajêr bi pankartên daliqandî çalakiya bîranînê li dar xistin.
Ciwanan di derbarê çalakiya xwe de wiha gotin: “Şehîdên me, yên ku her cûre îşkence, çavtirsandin û polîtîkayên teslîmbûnê li Zindana Hejmar 5 a Dîyarbekirê red kirin, yên ku rêça jiyan û çalakiya îro diyar kirin û bi berxwedana xwe nîşan dan ku dagirkerî nikare li ser axa Kurdistanê bijî, wê bibin pusulamêya jiyanê. Li ser vê bingehê, em hemî şehîdên xwe yên berxwedan û şoreşa zindanan, di şexsê Mehmet Hayri Durmuş, Kemal Pîr, Akif Yilmaz û Alî Çîçek de, ku di nav afirînerên îro de ne, bi rêzdarî û spasdarî bi bîr tînin.”