Enter your email Address

Salı, Ağustos 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Rêber Apo banga dîrokî

Rêber Apo bi dîmen bangeke dîrokî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Baweriya min bi hêza aştiya civakî û siyasetê tê, ne bi çekê. Û ez bang li we dikim ku vê rêgezê bixin meriyetê."

Edîtor: Nucan Serdoz
09/07/2025 - 12:17
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Ji Rêber Apo banga dîrokî
ParvekeTweet

NAVENDA NUÇEYAN- Rêber Apo bi dîmen bangeke dîrokî weşand. Banga Rêber Apo bi vî rengî ye:

“Hevreyên hêja

Tevgera me ya xwe dispêre hevrêtiya komunalîst, di rewşa xwe ya heyî û pirsgirêkên heyî de, têkildarî rêyên çareserkirina pirsgirêkan, dubare be jî ez ê bi namekeyeke berfireh û şênber, bersivên afirîner bidim we û vê yekê jî weke erkeke exlaqî dibînim.

27’ê Sibata 2025’an min banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û ez hê jî vê bangê diparêzim. Di Kongreya 12’an a Fesixkirina PKK’ê de we bi berferehî û awayekî pozîtîf bersiv da û ez vê helwesta we weke bersiveke dîrokî dinirxînim.

Divê rewşa heyî weke encameke dîrokî û hêja were dîtin. Di vê navberê de keda hevalên ku bi rola pirê rabûne jî ew çendî hêja û bi qîmet e.

Dawiya hemû pêşketinên rû dan bi qasî ku veguhertineke dîrokî be, min Manîfestoya Civaka Demokratîk amade kir. Ev manîfesto weke serketina manîfestoya ‘Rêya Şoreşa Kurdistanê’ ya 50 salî ye. Ne tenê ji bo civaka Kurd, her wiha ez bawerim ku ji bo herêm û hêzên civaka gerdûnî jî xwedî heman naverokê ye. Ti fikarên min tine ne ku ev yek mînakeke serketî ya kevneşopiya manîfestoya dîrokî ye.

Dikarim eşkere bêjim, ev pêşketin encama hevdîtinên ku min li Îmraliyê pêk anîne. Ji bo ev hevdîtin li ser esasê îradeya azad de pêk werin hewldan di asta herî jor de hatin nîşandan.

Qonaxa heyî me neçarî derbasbûna gavên nû yên pratîk dike. Ev qonax û gavên wê yên pêwîst xwedî girîngiyeke dîrokî ne. Ji bo were fêmkirin û li gorî wê dilsozî bê nîşandan, elzem e ku em pêşde biçin.

-Tevgera PKK’ê ya xwe dispart bidawîkirina înkara hebûnê û avakirina dewleteke cûda, stratejiya şerê rizgariya neteweyî hatiye bidawîkirin. Hebûn hate naskirin, lewma armanca sereke jî pêk hatiye. Ji ber vê mîada xwe temam kir. Ji derveyî vê rewş weke dubarekirin û xetimandin hate nirxandin.  Wê dubarekirin û xetimînê rû bide. Li ser vî esasî wê rexne û xwerexnekirinên berfireh dewam bikin.

-Ji ber ku siyaset valabûnê qebûl nake, divê stratejiya bernameya bi sernavê Aştî û Civaka Demokratîk ‘siyaseta demokratîk’ weke taktîkeke bingehîn bi hiqûqeke hevgirtî were dagirtin. Di wateya dîrokî de em behsa pêvajoya diyarkirina qederê dikin.

-Di rewşa heyî de danîna çekan bi dildarî û li ser hîmê hiqûqê xebata avakirina komîsyoneke berfireh û erkdar li nava Parlementoya Tirkiyeyê girîng e. Şert e ku gavên werin avêtin bi hesasiyet bin û ji  mantiqê teng dûr bin. Ez dizanim ku gavên bêne avêtin wê vala neçin. Ez vê samîmiyetê dibînin û bawer dikim.

-Lewma hewldan tên kirin ku derî bêne vekirin û gavên partîkî yên berbiçav bêne avêtin. Fikrên ku ji aliyê min ve hatine pêşxistin weke sernav ev in;

Bicihanîna berpirsiyariyê ji aliyê herkesî ve û pêkanîna armanca Aştî û Civaka Demokratîk, tenê bixwegihandina perspektîfa entegrasyonalîsta pozîtîf pêkane. Ji hemû tiştên hatî gotin, encama derdikeve: PKK’ê dest ji armanca avakirina dewleta netew berdaye, bi vê yekê re jî dest ji stratejiya şer jî berdaye. Ango dawî li hebûna xwe aniye. Di qonaxa heyî ya dîrokî de bendewarî hene ku ev rewş hê ber bi pêşdetir ve were birin.

Ji bo em xebatên meclîs û komîsyonê bi wate bikin, her wiha ji bo em fikarên raya giştî ji holê rakin, di çarçoveya sozên me dayî de divê berdana we ya çekan ji aliyê deverên pêwendîdar û raya giştî bi awayekî xwezayî were pêşwazîkirin. Avakirina mekanîzmeya berdana çekan wê pêvajoyê ber bi pêşde bibe. Ev wê bi dildarî bibe bidawîkirina şerê çekdarî û derbasbûna qonaxa huqûqî û siyaseta demokratîk. Ev ne têkçûn e, berevajî divê weke serketineke dîrokî were nirxandin. Têkildarî berdana çekan wê rê û rêbaz bêne nîşandan û bi lezgînî werin pratîzekirin.

DEM a ku di bin sîwana parlementoyê de ye, wê tevî partiyên din ji bo ev pêvajo bi ser bikeve  erka bikeve ser milê xwe bicih bîne.

Di vê navberê de, ji bo mijara azadiya min ku weke şert di hemû metnên biryaran de hatiye diyarkirin dibêjim, hûn dizanin ku min ti carî azadiya xwe ya şexsî nekiriye pirsgirêk. Di maneya felsefî de jî azadiya şexis ji civakê nabe were cudakirin. Bi azadiya şexis civak û bi azadiya civakê jî şexis dikare azad bibe. Wê bi dilsozî pêwîstiya vê rastiyê pêk were.

Ne bi çek, lê baweriya min bi siyaset û aştiya civakê tê. Û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgeze pratîze bikin.

Rojên dawî bûyerên ku li herêmê pêk tên, girîngî û lezgîniya vê gava me a dîrokî eşkere piştrast dikin.

Têkildarî vê pêvajoyê, ez bi kelecan li benda her cûre rexne, pêşniyar û piştgiriya we me.

Ev nîqaş li tevahiya welat, herêm û li ser asta gerdûnî nîşan me dide ku Hêzên Modernîteya Demokratîk dibin xwedî bernameyeke teorîk û dighêjin qonaxeke nû ya stratejîk û taktîkî. Ji niha ve diyar dikim, ez di nava hewldanên amadekirinê de me û bi xweşîbînî dikarim bêjim ku ez bi kelecan û biryare im.

Banga min ji bo dema pêş, li ser esas biryarên kongreyê û herî dawî  nêrîn û pêşniyarên ku min di vê nivîsê de anîne ziman, em pêşde biçin û encamên serketî bidest bixin.

Di nava silav, hezkirin û hevrêtiyeke bê dawî de bimînin.

19’ê Hezîrana 2025’an
Abdullah Ocalan”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Heseke ciwanan şehîd Gerzan Efrîn û rêhevalên wî bibîranîn

Nivîsa Pêş

Ciwanên Şoreşger ên Tebqa li ser desthilatdarî û demokrasî semînerekî lidarxistin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Şoreşger ên Tebqa li ser desthilatdarî û demokrasî semînerekî lidarxistin

Ciwanên Şoreşger ên Tebqa li ser desthilatdarî û demokrasî semînerekî lidarxistin

Ciwanên Tebqa daxuyaniya dîrokî ya Rêber Apo silav kirin

Ciwanên Tebqa daxuyaniya dîrokî ya Rêber Apo silav kirin

Manşet

  • XELîL XEMGÎN BANGA MEŞA DIRÊJ DIKE
  • Çand û hûnera kurdî di nava ciwan û zarokên Hesekê zindî dibe
  • Ciwanên li Marsîlyayê ji bo Armancên Perwerdehiyê Belgefîlma Vejîna Kurdan Temaşe Dikin
  • Meclîsa Ciwanên Dem Pankartek ji bo Balkişandina ser Qirkirina Êzidiyan Alıqandin
  • Ciwanên Reqayê deshilatdarî û demokrasî nîqaş kirin
  • 15 jinên ciwan yên Êzidî weke bersiva Fermana 74’an tevlî YJŞ’ê bûn
  • Çand û Huner a Stiya Nexşa klîbek li ser Fermana 74’an çêkir

Herî zêde hatine xwendin

  • Çand û hûnera kurdî di nava ciwan û zarokên Hesekê zindî dibe

    Çand û hûnera kurdî di nava ciwan û zarokên Hesekê zindî dibe

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Dem Pankartek ji bo Balkişandina ser Qirkirina Êzidiyan Alıqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TAYBET- Ciwan û Tevgera Ciwanan ê Sûriyê girîngtirîn pêşengên xwe şehîd da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Akademiya Şehîd Hogir a xwendekaran bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Reqayê deshilatdarî û demokrasî nîqaş kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş hate berdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li Marsîlyayê ji bo Armancên Perwerdehiyê Belgefîlma Vejîna Kurdan Temaşe Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 8,ê adarê li Girê Spî bi meşekê hat pîroz kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şagirtên Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan name ji berxwedêran re şandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TAYBET – Bîlançoya Çalakiyên HRE’ê: 118 Leşker û çeteyên dagirker ên Tirk hatine kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.