HESEKE – Gerzan Efrîn, Brûsk Baran û Hawar Şerewa kedekî mezin dan di nava tevgera ciwanên Apoyî de, beşdarî şerê Efrînê bûn û di dest pê kê pêngava duyemîn a berxwedanê, di 8’ê Tîrmeha 2018’an de, li Şehbayê, di encama qezayekî de şehîd bûn.
Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li xewgeha Panorama ya ku gelê koçber ê Efrînê tê de dimîne, bi amadebûna malbata şehîd Gerzan û bi dehan gelê welatparêz her 3 şehîd bibîranîn.
Di serî de, deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê hat girtin. Piştî wê, li ser navê tevgera ciwanan axaftinekî hat kirin. Hat diyar kirin ku şehîd Gerzan di asta rêveberiyê de pêşengtiyekî mezin di nava xebatê ciwanan de kir. Her wiha, her 3 şehîd bi mînetdarî hatin bibîranîn.
Piştî wê dayîka şehîd Gerzan hemû şehîdên şoreşê bibîranî û da diyar kirin ku her 3 heval di xebatê xwe de rihê hevaltî didan nîşan dan. Her wiha, helwestê xwe li hemberî dagirkeriya Efrîn û Şehba nîşan da, û destnîşan kir ku divê malbat pêşiya zarokên xwe nebin da ku beşdarî şoreşê bibin û welatê xwe biparêzin.
Di dawiyê de mûm hatin vêxistin û sînevîzyonekî li ser jiyan û tekoşîna şehîd Gerzan Efrîn hat temaşe kirin.
Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan Bêrîtan Roj diyar kir ku şehîd Gerzan pêşeng û avakerê tevgera ciwanên şoreşger li Efrînê bû û da diyar kirin ku ciwanên Efrînê wê li ser şopa şehîdên xwe tekoşîna rizgariya axa xwe bidin meşandin.