QAMIŞLO – Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Cizîrê li bajarê Qamişlo, li Navenda “Warê Ciwanan”, komxebatekî bi dirûşmeya “Rola Ciwanan di pêşerojê şoreşa gelan û Sûriyê demokratîk de” lidarxist. Nêzî 50 ciwan beşdarî civînê bûn.
Di serî de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştî wê rewşa siyasî yê heremê hat nirxandin. Piştî wê, nîqaş li ser pirsgirêkên ciwanan û çareseriya wan hat kirin. Her wiha, rola ciwanan di avakirina pergalekî demokratîk li hemû herêmên Sûriyê hat guftugo kirin.
Di dawiya komxebatê de bal hat kişandin ser girîngiya berdewamiya diyaloga ciwanan û berfirehkirina qada rêxistinî ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ku bi îradeya gelê xwe were birêvebirin.