HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan yên herêma Cizîrê komxebata bi navê “Rola ciwanan di pêşeroja şoreşa gelan û Sûriya demokratîk de” li dar xistin. Komxebat li Salona Marbella ya bajarê Hesekê bi amadebûna bi dehan endam û nûnerên rêxistinên ciwanan pêk hat.
Komxebatê bi deqayeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Di komxebatê de ciwanan li ser girîngiya rola wan a pêşeng di vê pêvajoyê de, li ser girîngiya yekgirtin û birêxistinkirina ciwanan ji bo derbaskirina pirsgirêkên heyî û ji bo avakirina pêşerojê Sûriyeyê gotûbêj kirin.
Di dawiya komxebatê de bal kişandin ser girîngiya berdewamiya diyaloga ciwanan û berfirehkirina qada rêxistinî ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî ku bi îradeya gelê xwe were birêvebirin.