HELEB- Ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Helebê ve dewreyeke perwerdeyê ya du hefteyan li ser bingeha Sîstema Neteweya Demokratîk hate vekirin.
Gelek ciwan û jinên ciwan beşdarî dewreya perwerdeyê bûn ku bi navê hevberdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger Ronahî Amanos, ku par ji ber krîza dil şehîd ketibû, hatibû vekirin.
Ev dewre bi armanca xurtkirina hewildanên rêxistinî di nav taxan de di çarçoveya avakirina neteweya demokratîk de li ser bingeha raman û felsefeya Rêber APO vebû. Her wiha dibe zemînek îdeolojîk ji bo hewildanên ku li ser vê bingehê li her qad û zeviyek ku ciwan lê hene, li ser bingeha banga Rêber APO ya “Xwe Birêxistin bikin, Rêxistin bikin” ku ji ciwanan re şandiye, amade dike.