COLEMÊRG – Êrîşên li dijî Rojava li navenda bajarê Colemêrgê û navçeyên wê hatin protestokirin.
Bi pêşengiya Meclîsa Ciwanên Partiya DEMê, li navenda bajarê Colemêrgê û navçeyên Şemzînan (Şemzînan) û Gever (Yüksekova) li dijî êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li ser Rojava xwepêşandan hatin lidarxistin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî û gelek welatî beşdarî xwepêşandanan bûn. Li navenda bajarê Colemêrgê û taxên wê bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Rojava” meşek meşaleyî hat lidarxistin. Endamê Meclîsa Partiya DEMê Vezîr Coşkun Parlak û gelek welatî beşdarî meşê bûn.
Li navçeya Şemzînan, bi sedan kes li kolana sereke ya bajêr li dijî êrîşên li ser Rojava kom bûn û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Xwepêşandan, ku pankarta bi nivîsa “Rojava rûmeta me ye” hate vekirin, ji saet 13:00 heta 17:00 dom kir. Girseyê gelek caran dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Niha aştî, ne şer” û “Yek, yek, Kurd hemû yek in” qîr kirin.



