NAVENDA NUÇEYAN- Lîstikvanên jin ên ji kantona Reqayê di şampiyoniya hêzên bedenî yên jinan de ku li Şamê di rojên pêncşem û înê, bi beşdariya lîstikvanên Sûriyeyî hat lidarxistin, astên yekemîn wergirtin.
Lîstikvanên jin ên Reqayê di tevahî giraniyan de astên yekemîn wergirtin. Lîstikvan Mîrgan Hecî pîvana cîhanî ya bi giraniya 63 kîlo şikand.
Her wiha lîstîkvan Nemse El Nehar bi giraniya 43 kîlo, Mereh Izedîn bi giraniya 47 kîlo, Bîsan El Ayiş bi giraniya 52 kîlo, Fayize El Hemîd bi giraniya 57 kîlo, Fewziye Dirkizlî bi giraniya 69 kîlo, Xifran Hecî bi giraniya 76 kîlo, Şeyma El Salih bi giraniya 84 kîlo, astên yekemîn wergirtin.
Serkeftina Mîrgan Hecî tevî hevalên xwe bi dest xistiye asta piştgiriya Yekitiya Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji behreyên jinên ciwan re nîşan dide.