AMED – Hevgirtina Xwendekarên Azad a Dîcleyê dê sibê bi beşdariya Hevserokê Partiya DEMê Tuncer Bakirhan civînek bi sernavê “Beşdar bibin, nîqaş bikin, biguherînin. Demokrasî bi we re diguhere” li dar bixe.
Hevgirtina Xwendekarên Azad a Dîcleyê dê panelekê li dar bixe da ku “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO ku di 27ê Sibatê de kir nîqaş bike. Panel dê bi şîara “Beşdar bibin, nîqaş bikin, biguherînin. Demokrasî bi we re diguhere” were lidarxistin û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) Tuncer Bakirhan jî dê beşdar bibe. Bakırhan dê bersiva pirsên ciwanan bide.
Panel dê sibê saet 14.30an de li Şanoya Bajêr a Amed were lidarxistin.