TEBQA- Di hemû bajarên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de jinên ciwan û ciwan xwe bi rêxistin dikin. Di nava bajaran de komîteyên xwe ava dikin û ji xebatên çand û hûner heya xebatên parastinê hemû cûreyên xebatan didin meşandin.
Taybet di Herêmên Rizgarkirî yên wekê Reqa, Derazor û Tebqa jî xebatên înşakirina civakekî demokratîk di nava ciwan û jinên ciwanên Ereb de pêş dikeve. Bi fikr û felsefeya Rêber APO ya netewa demokratîk di vir de xebatên înşa kirina pergalekê demokratîk tên meşandin.
Berdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Tebqa bi ajansê me re axavî û wiha behsa kar û xebatên xwe dike:
‘’Navê min Aya ye. Ez di nava Tevgerê Ciwanên Şoreşger a bajarê Tebqayê de dixebitim.
Em naha herî zêde ji bo birêxistin kirina koçberên gelê Efrîn û Şehba xebat dikin. Wekê Jinên Ciwan û Ciwan me komîteya xwe yê parastinê xurt kir.. Paşê me xebatê xwe kir du beş: li bajêr û li xetê gûndan. Me komên zanekirina civakê ava kir, da ku bikevin nava gel û li ser şerê gelê şoreşgerî şirove bikin. Her wiha me kursên alîkariyên yekem vekir û di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de perwerda çek bikaranînê vekir…
Bi amadekirina koman ji bo eniyên şer û piştre jî li bendava Tişrînê nobetek dewr girt û em jî tevlî nobetên li Bendava Tişrînê bûn.
Em bi armanca rêxistinkirina civakê serdana malbatan hîn jî berdewam dikin. Di heman demê de armanca perwerdeyan jî em gelê Tebqa bêhtir zane bikin û pêşî li pirsgirêkên li herêma ku em tê de ne bigrin.’’



