Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG’ê bi boneya Hefteya Lehengiyê daxuyaniyek da

Edîtor: Nucan Serdoz
27/03/2025 - 14:46
di nav Daxuyanî, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
NPG’ê bi boneya Hefteya Lehengiyê daxuyaniyek da
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – NPG’ê bi boneya Hefteya Lehengiyê daxuyaniyek da û got: “Di demên welê de ku herî bêhtir hewcedariya gel bi azadî û serxwebûnê hebe, qehreman ji nav wan dertên. Qehremanên gel, bi cesaret, biryardariya xwe ya mezin a têkoşînê, xebat û rênîşandêriya xwe, doza azadiyê ya gelê xwe hildigirin û bi rola xwe ya dîrokî radibin. Van qehremanan bi pêşengiya xwe hişmendiya mezin, manewiyeta kûr, hêza şerkirinê û nasnameya vî gelî ava kirin. Gelê Kurd di dîroka xwe ya bi hezaran salan de xwedî gelek qehreman bû ku di asta herêmî û neteweyî de rol lîstiye û bi berxwedana xwe ya destanî navê xwe li dîrokê nivîsandiye. Ev qehremanên gel di bîra gelê Kurd de hatine neqişandin û bi dengbêjî, klam û çîrokên cuda li ser zimanan belav bûne. “

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di rojeke Newrozê de ku ji bo gelê Kurd roja berxwedan û destpêkên nû ye, Rêber Apo pêngava xwe ya dîrokî avêt” û ev xal hat destnîşankirin, “Derketina dîrokî ya Rêber Apo di sedsala 20’an de û derketina milîtanên ku bi dilsozî tevlî îdeolojiya Apoyî bûne, pêvajoya qehremaniya neteweyî ya hemdem a gelê Kurd dane destpêkirin. Ev pêvajo nîv sedsal e bi PKK’ê re bûye yek parçe û milîtanên gelekî wêrek û fedakar ên ji tiştekî natirsin afirandiye. Di nava vê pêvajoya dîrokî de bi hezaran qehremanên leheng ên bêteredût xwe ji bo azadî, rizgarî, parastina hebûn û azadiya gelê me feda kirin, navê xwe li dîrokê nivîsandin. Em Rêber Apo ku bi pêngava xwe ya dîrokî dest bi van hemû geşedanan kir, bi îradeyeke bêhempa 27 salan li dijî pergala êşkenceyê ya Îmraliyê li ber xwe da û heta roja îro rêbertî ji tevgera me kir, fedaiyê pêşî û lehengê herî mezin ê têkoşîna me, bi hesret, hezkirin û hurmet silav dikin.

HEVRÊ MAZLÛM Û EGÎD KESAYETÊN HERÎ ESÎL IN KU APOYÎ DI ŞEXSÊ WAN DE ŞÊNBER BÛYE

Gelê kurd hefteya navbera 21’ê Adarê ku Kawayê Hemdem hevrê Mazlûm Dogan li Zindana Amedê çalakiya lehengî ya dîrokî kir û 28’ê Adarê roja şehadeta fermandarê efsanewî yê gelê Kurdistanê hevrê Mahsûm Korkmaz (Egîd) weke Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî pîroz dike. Sekna kadroyê pêşeng ê partiya me PKK’ê hevrê Mazlûm Dogan a li Zindana Amedê ruh û rêgeha berxwedanê ya PKK’ê diyar kir. Hevrê Egîd jî ev ruh û rêgeh gihand çiyayên Kurdistanê, gerîlatî da destpêkirin û rêbaza şerê fedaîtiyê afirand. Hevrê Mazlûm û Egîd weke kesayetên herî xurt û esîl ên ku Apoyî di şexsê wan de şênber bû veguherîn sembol, ruh û xeta dîroka azadiyê ya Kurdistanê, leheng û qehremanên gel ên neteweyî. Di şexsê qehremanên gel ên neteweyî hevrê Mazlûm û Egîd de em şehîdên xwe bi dilsozî û hurmeteke mezin bi bîr tînin. Li ser vê bingehê Hefteya Lehengiyê ya Neteweyî li gelê Kurd ê welatparêz û hemû hevrêyên li her qadê li ber xwe didin, pîroz dikin.

Hevrêyê me Fermandar Egîd, bi dilsoziya xwe ya ji bo Rêber Apo û gerîlatiyê û bi baweriya xwe ya ji bo serkeftinê ji Pêngava 15’ê Tebaxê ya Gewre re pêşengtî kir. Hevrê Egîd, îrade û wêrektiya  gelê Kurd di kesayeta xwe de şênber kir û bû fermandarekî mezin û pêşengê gel.  Bi pratîk û têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê gerîlatî veguherand xetekê  û şikil da şerê gelê me yê şoreşgerî. Meşa hevrê Egîd ya bi wêrekî rê li ber belavbûna gerîlatiyê ya ji bo hemû aliyên Kurdistanê û meşandina têkoşîna bêhempa ya li hemberî dagirkeriyê vekir. Têkoşîna me ya gerîlatiyê ya ku bi guleya yekem a fermandarê me yê nemir hevrê Egîd dest pê kiriye, îro veguheriye artêşa fedaiyên Apoyî.  Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku ji şerê gelê me yê şoreşgerî re pêşengtiyê dikin, di têkoşîna xwe ya 41 salan de bi tecrûbeyên xwe yên ku bi xwîna şehîdan bi dest xistine, bi saya têkoşîna xwe ya bêhempa nîşan dane ku hezeke mezin e û tu carî têk naçe. Pêngavên taktîkî yên bi ruhê fedaî yê Apoyî hatine kirin ku xwe dispêre tecrûbeyên dîrokî, terzê şerê pispor ê li hewayî û bejayî û di bin erdê de bi rê ve dibe, dokktrîna şer a zelalbûyî, teknîka serdemê û bikaranîna taktîkên nûjen, formasyona di sepandina van yekan de, performans, hosteyî û afirîneriya xwe Gerîlayên Azadiya Kurdistanê gelekî pêş xistine.

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ên bi temamî berê xwe dane azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, weke heya roja îroyîn dê ji niha û pê ve jî erka xwe xwe ya parastina gelê me û parastina rewa bi awayekî serkeftî bi cih bînin. Bi hişmendî, ruh, biryardarî û tecrûbeyên ku me ji lehengên gelê xwe yên neteweyî standiye, em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe mezintir bikin ji bîranînên wan re layiq bibin. Girêdayî vê yekê em dubare Hefteya Lehengiyê li hevrêyên xwe û gelê xwe yê welatparêz pîroz dikin û di têkoşîna xwe ya ku em hemû qadan didin meşandin de serkeftinê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Almanya Çalakiyên Pankartên bi gotina Rêber APO

Nivîsa Pêş

Jinên Ciwan bi wesîleya Rojbûna Rêber APO dar çandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Jinên Ciwan bi wesîleya Rojbûna Rêber APO dar çandin

Jinên Ciwan bi wesîleya Rojbûna Rêber APO dar çandin

Yekitiya Jinên Ciwan; ‘Xet û fikra şehîd Egîd bûye hêzek’

Yekitiya Jinên Ciwan; ‘Xet û fikra şehîd Egîd bûye hêzek’

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.