LAHR- Li dijî ciwanên ku di meşa dirêj a ku li Heîlbronnê dest pê kir û di roja çaremîn de ye, li qada Offenburg-Lahr dimeşiyan, êrîşa polîsan hat kirin.
Piştî binçavkirina girseya ku di saetên sibehê de li hev kom bû, girseyê dest bi çalakiya bêîteatiya sivîl kir, piştî mudaxaleya parêzeran û ciwanan dest ji berxwedana xwe bernedan, kesên hatin binçavkirin serbest hatin berdan, lê polîsan êrîşa li ser dirûşmeyan berdewam kir.
Girseya ku tevî provokasyon û êrîşên polîsên Elman ên faşîst heta nîvro meşa xwe berdewam kir, li navenda bajarê Lahrê careke din hate rawestandin. Polîsên ku li dijî dewleta Tirk a dagirker dirûşm û muzîkê weke hincet bikar anîn, êrîşî ciwanan kirin.
Çalakgerên ku li hemberî polîsan çalakiya xweparastinê pêk anîn hatin astengkirin. Di bin dorpêçê de girseya gel bi qîrîna dirûşmên “Bijî Serok APO”, çepik û tilîliyan li dijî êrîşan helwesta xwe didomîne. Ciwanên ku bi qasî 2 saetan hatin dorpêçkirin, bi berxwedaniya xwe dorpêç şikandin.
Çalakgêr piştî ku dorpêç şikandin bi qasî 2 saetan meşiyan meşa xwe di roja seyemin de bi serkeftî xilas kirin. Lê dema ku ciwanan xwestin piştê meşê derbasî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lahr bibin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û carekêdin beramberê êrîşekî pir tund hatin. Gelek ciwan rastî lêdanê hatin. Çalakgêrên meşa dirêj li dijî polisên faşîst ên Elman bi slogana “Bijî Serok APO” berxwedaniya xwe didominin.
Êrîşê polîsan berdewam dike. Polisên faşîst dixwazin grubek ciwanan ku derbasî Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lahr derxinin. Polishewl dide deriyê navendê bişkine.
Gelek çalakgêren Meşa Dirêj ji aliyê polîsên Elman ve hatin binçavkirin.
Ciwanên ku hatin binçavkirin bi dirûşmeyan piştgirî dan ciwanên ku beramberê êrîşên polisên Elman berxwe didin.
Di êrîşa Polîsên Alman de gelek birîndar hene
Gel û ciwanên Kurd ji bo piştgiriyê bidin çalakgerên meşa dirêj berê xwe dan ber bi Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Lahrê .
Li hemberî êrîşên polîsên Elman, ciwan bi dirûşma “Ciwan Fedaye Rêber APO ne” li ber xwe didin.
Agahî têne…



