Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Ciwantîya Xwe Di Çiyayên Azad De Biwate Kir

Bi enerjiya xwe ya ku herdem di tevgerê de ye, di sala 2014’an de bi navê Arjîn Ronahî tevlî nava refên partiyê dibe. Navê xwe dike agirê jiyanê. Ji xwe dema ku agir hebe ronahî jî dibe mijara gotinê.

Edîtor: Axin Mahir Dicle
19/08/2024 - 10:15
di nav Biranîna Şehîdan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Ciwantîya Xwe Di Çiyayên Azad De Biwate Kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN-

Di deryaya evîna te de bûm keştiyek

Tu qebûl dikî ji min re bibî pêlek?

Di riya te ya azadiyê de bûm rêwiyek

Tu qebûlî ji min re bibî nîşaneyek?

Di nava şevên tarî de bûm stêrkek

Tu dikarî ji min re bibî ezmanek?

Di welatekî ku êdî xeyal kirin jî tê de qedexeye, bêdengbûn mirin e; li welatekî ku ciwantî bi êxtiyarbûnê ve tê mehkûm kirin de, çavê xwe girtin, qedandine; û li welatekî ku hebûna jinan hîn di malzarokan de tê beravêtin de jiyan kirin, tunebûn e. Roja îro bi salane zordestan welatên me anîne vê astê û dixwazin vê bi me bidin daqurtandin. Lê em pir bi şensin ku Rêber Apo ji nava gelê Kurd weke bangeke dîrokî derket û tevgereke ku werçerxa dîrokê ku êdî wek qedereke lêhatibû guhert û çarenûsa me ya azadiyê nivîsand.

Bi Rûkenî Silav Da Jiyanê

Li gundê Hasanhan ê girêdayî bajarê Îdirê, keçeke rûken bi navê Elîf Ozdemîr ji dayik dibe û ji jiyanê re dibişire. Elîf di nava eşîreta Xelkî ya niştîmanperwer de mezin dibe. Di bajarê Îdirê de ku pala xwe dide çiyayê Ararat û bi heybeta wê ve pesnê xwe dide de, dixwaze fêrî jiyanê bibe. Lê her çiqasî xwedî malbateke welathez û xwedî çandeke Kurdewarî be jî, esas feodaltiya ku di civakê de heyî, rê li pêşiya pêşketinên wê digire. Bi taybet weke jinek ciwan di temenê xwe yê ciwan de rastiya koletiya jin û şideta ku li ser jinan tê ferz kirin û meşandin, dibîne. Cardin sîstema ku jin aniye halekî kambax ku di demekê de xwedawend û pêşenga civakê bû, lê îro nasnameyeke ku xwe pê bide nasîn jî ji bo wê tune ye. Van rastiyan bi awayekî eşkere dibîne. Her wiha ji vê re dibe şahid ku jin tenê pêvekeke, ew jina zilamekî, dayika zilamekî, xuşka zilamekî û keça zilamekî ye, lê weke jin kî ye, navê wê çiye nayê zanîn. Ev heqîqet di hundirê wê de birînekê vedike. Ji ber vê yekê dizane ku beriya ev birînên wê kul bibin û elem bigirin pêwîste derman bike û hekîmekî zane peyda bike. Li ser van esasan dikeve nava lêgerînên xilasiyê. Bi vî rengî Elîf dixwaze ji tevahî jinan re bibe hêza çareseriyê.

Banga Azadiyê Li Herêmê Olan Dida

Elîf, kêm be jî dizanîbû ku tevgereke Kurdan heye, lê di sala 2012’an de zêdetir rêxistin nasdike. Bi dilekî tije kelecan ku hergava behsa azadiyê dihat kirin de dilê wê weke civayê lêdihat û nedikarî di cihê xwe de raweste. Bi taybet dema ku dizanî pêşengên partiyê jinin û xwedî partî, rêxistin û artêşin. Ev pêhesîn, weke bangeke azadiyê bi hezaran car di mejiyê wê de olan dida û dizanî ku ewê jî ji bo pêkanîna xewn û xeyalên xwe yên ku bi salane di bin balîfa xwe de veşartibû, wê bi tevlîbûneke ku ji tevahî jinan re bibe bang û bejna û bala xwe bi ala sefiraziyê ve bixemilîne. Lewma bi wê enerjiya xwe ya ku herdem di tevgerê de ye, di sala 2014’an de bi navê Arjîn Ronahî tevlî nava refên partiyê dibe. Navê xwe dike agirê jiyanê. Ji xwe dema ku agir hebe ronahî jî dibe mijara gotinê. Heval Arjîn nasnavekî ku wê bi hemû hurguliyên wê ve pênase dike hilbijartibû. Mane ew, keça wan çiyayên volkanîk bû ku agir di hundurê xwe de dihewand, îro wê jî navê xwe kiriye Arjîn, ew dibe agirê ku mirovan naşewitîne; ew, dibe agirê ku herdem ji xweliyê giyanên nû diafirîne ye. Ew hîn di temenekî biçûk de ye, lê dema ku behsa tevlîbûna xwe dikir weke ku dereng maye, digot “xweska ez di deh saliya xwe de beşdar bûbama”. Ev xwesteka wê heman demê ji bo civaka kurd û jinên kurd jî bû, pir dixwest ku xuşkên wê jî werin û di dibistana PKK’ê de bixwînin û mezin bibin.

Destpêkê, Arjîn bi naskirina Rêber Apo re xwe di ezmûnan re derbas dike. Esas her jina ku tevlî dibe xwe bi rastiya Rêber Apo re tîne berhev û dikeve nava lêpirsîna ku gelo ewê bikaribe ji keda ku hatiye dayin re bibe bersiv? Lewra mirov dikare guftûgoya di navbera wê û Rêber Apo de ku her dem ji xwe re xeyal dikir û ji bo wê daxwazeke jêneger bû bi vî rengî bîne ziman:

Di deryaya evîna te de bûm keştiyek

Tu qebûl dikî ji min re bibî pêlek?

Di riya te ya azadiyê de bûm rêwiyek

Tu qebûlî ji min re bibî nîşaneyek?

Di nava şevên tarî de bûm stêrkek

Tu dikarî ji min re bibî ezmanek?

Di xewa şevên te de bûm xewnek

Tu min pêşwazî dikî weke mêvanek?

Di xwezaya te ya rengîn de bûm darek

Tu yê ji bo zindîbûna min bibî damarek?

Ji bedena mirî re bûm dilek

Ji bo jiyankirina wî tuyê bibî lêdanek?

Li ser çiyan bûm çiyagerek

Ji xeta azadiyê re tuyê min bikî şervanek?

Tu di bilindahiya ezman de bûyî rojek

Tu qebûlî ez ji te re bibim tîrêjek?

Ji axaftinên li ser lêvan re bûme pirsek

Tu dikarî ji min re bibî bersivek?

Ka bibêje ez ji te re dibim guhdarek

Di deryayên mezin de ez pêlim. Di her riyekê de nîşanim

Ji şevan re ezmanim. Di xewnan de mêvanperwerim

Ji her darekê re damarim. Di her dilekî de lêdanim

Li ser çiyan difikirim. Ji şervanan re rêçim

Ji qirikên Kurdan re dengim. Ji Kurdistanê re rengim

Ez roja li ezmanim. Bersiva li ser lêvanim

Xilasiya hemû gelanim. Serokê cîhanê Rêber Ocalan im.

Bi vî rengî dema ku felsefeya Rêber Apo fêr dibe û perwerdeya bingehîn li alana Xakurkê dibîne, weke jineke ji xwe bawer û bi îdîa berê xwe dide pratîkê. Rêheval Arjîn fêrî gelek tiştan bibû, lê her dem xwe têr nedidît û xwe birçiya fêrbûnê didît. Di jiyana heval Arjîn de tişta ku herî zêde bala mirov dikşand, coş, heyecan, hezkirin û enerjiya wê ya ciwantiyê bû. Wê di kesayeta xwe de ev gotina Rêber Apo ku dibêje ‘Me bi ciwantî destpêkir û emê bi ciwantî bi serkevin’, weke kiraseke rengîn li ber xwe dikir û ji derdor re dibû çavkaniya moral û şanaziyê. Rêheval Arjîn bi berpirsyartiyeke mezin û bi sekneke hêminî(istîqrar) ku tu carî di birayara xwe de du dilî jiyan nekir, bi her tiştê xwe ve tevlî nava tekoşînê bû.

Wê Rojê Çiyayê Agirî Çima Ewqasî Serbilind û Bi Heybet Bû?

Di sala 2018’an de rêheval Arjîn tevî çar rêhevalên xwe, li herêma Şemzînan, qada Şkêrê spî, di pevçûneke dijwar ya bi dijmin re heya gule û hilma xwe ya dawiyê bi qehremanî şer kir, canê xwe bi taca şehadet û bê miriniyê ve xemiland û tacîdar kir. Ew jineke welatên asî bû, bi dayina canê xwe ve çiyayê Ararat hîn bêhtir serbilind û bi heybet bibû. Çemê Muradê jî bi xweşikbûna ciwaniya Arjîn ve zelal bibû û bilez diherikî, weke ku ewê qirêjî û kirêtiyên bi salan bişo diherikî. Erê, bila çemê Muradê her dem biherike û her dem serbilind be Ararat, ji ber rêhevalên Arjîna ciwan çeka wê rakirine, bi dehan Arjîn bûne şopdarên riya wê û ji bo rakirina tola wê li ser xwîna wê sond xwarine.

Çavkanî: YJA-STAR online

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HBDH bi çalakiyan ve silavkirina 15’ê Tebaxê didomîne

Nivîsa Pêş

Ji bo bîranîna fermandarên fedayî Alan Milazgîr, Berwar Dêrsîm û Sara Tolhildan çalakiyên gerîlayan

Axin Mahir Dicle

Nivîsa Pêş
Ji bo bîranîna fermandarên fedayî Alan Milazgîr, Berwar Dêrsîm û Sara Tolhildan çalakiyên gerîlayan

Ji bo bîranîna fermandarên fedayî Alan Milazgîr, Berwar Dêrsîm û Sara Tolhildan çalakiyên gerîlayan

Perwerde kilîta Serkeftînê ye

Perwerde kilîta Serkeftînê ye

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Şehîd Hogir bi coşeke mezin li Qamîşlo destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.