Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Artêşa Starê ku bi rihê 15’ê Tebaxê ve şer dike, îro bûye hêviya serdemê ya jinên cîhanê

Edîtor: Nucan Serdoz
14/08/2024 - 9:31
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
Artêşa Starê ku bi rihê 15’ê Tebaxê ve şer dike, îro bûye hêviya serdemê ya jinên cîhanê
ParvekeTweet

BEHDÎNAN- Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi wesîleya salvegera 40’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Salvegera 40’mîn a 15ê Tebaxê ku ji bo gelê Kurd û tevahî pêkhateya Kurdistanê bûye cejna vejînê û hêviya jiyanek azad mezin kiriye, em pîroz dikin. Di şexsê fermandar Egîd (Mahsum Korkmaz) de, em bejna xwe li hember lehengiya hemû şehîdên vê pêngava dîrokî ditewînin, bi minetdarî wan bi bîr tînin.”

Fermandariya YJA Starê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her tim ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rêyên siyasî kir rêya sereke, lê belê dewleta Tirk li hemberî van hewldanan gotina navê Kurdistanê jî nepejirand.

‘DEWLETA TIRK XWE NEDA BER ÇARESERIYA SIYASÎ, LEWMA ŞERÊ ÇEKDARÎ DESTPÊ KIR’

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Xwestin Kurdistanê bê Kurd bihêlin, da ku hebûna gelê Kurd ji dîrokê derînin û her kiryarên faşîzan pêk anîn. Dema ku bi zimanê mafnasî û siyasetê fêm nekirin, li ser hîmê tolgirtina şehadetên li zindana Amedê, li serê çiyayên Kurdistanê fermana tolhildanê hate ragihandin û li hember dagirkeriyê di bingeha şerê çekdarî de şerê xweparastinê û azadiyê bi hemû heybeta xwe destpê kir.

Lewra pêngava 15’ê Tebaxê; gaveke ber bi jiyaneke bi rûmet e, gaveke ber bi welatekî azad ve ye, gaveke ber bi vejîna hêzeke xwedî parastina cewherî ye. Ev pêngav bû tirs û bêhêvîtî, dûrketina ji nasnameyê ya a ku dagirkeriyê di her kêliyê de li ser gelê Kurd ferz dikir, ji holê rakir. Bû pêleke ku bi xwe re hêviyeke bi rengê serketinê xiste dilê her Kurdekî, çokên serdestan lerizand, plan û projeyên wan ê qirkirinê têk bir. 15’ê Tebaxê bû serketinek tekûz û misoger li ber kiryarên talanê û komkujiyên bêhesab. 15’ê Tebaxê bi dagirkeriyê da fêm kirin ku êdî li hemberî her êrîşê, nîşangeha çeka şervanên vî gelî heye, hesab dixwaze û tol digre.”

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê destnîşan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê lawaziya pergala dagirker a li hemberî îradeya gelê azadîxwaz danî holê û heya îro bi heman mîrasî, bi heman rihî ew lawazî bi zelalî tê deşîfrekirin.

’15’Ê TEBAXÊ NÎŞAN DA KU AZADIYA NETEWEYÎ BÊYÎ ŞEREKÎ MEZIN PÊK NAYÊ’

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Di tarîtiya şeva 15’ê Tebaxê de, hevrê Egîd bi komeke hevalan perdeya bêdengiya bi ser Kurdistanê de hatibû vegirtin, bi çirûska guleya yekemîn qetandin, roniya azadiyê belavî Kurdistanê kirin, dengê têkoşîna azadiya Apoyî gihandin guhê her kesî. Hêza rêxistinkirî ya gelê Kurd dane hisandin û naskirin. Dengê guleyan wê şevê ji dost û dijminan re gelek tiştan vedibêje. Gelê Kurd ji xewa bêdengiyê hişyar dike û dibêje: ‘Azadiya neteweyî bêyî şerekî mezin pêk nayê’. Ji dijiminê gelê Kurd re jî dibêje; ‘Êdî Kurdistan wê ne Kurdistana berê be, xelekên zilmê ya li ser vî gelî hate qetandin û ji bo meşandina têkoşîna jiyaneke azad kes nema dikare wan bigre’.

Çalakvanên vê pêngava dîrokî, di pêşengtiya Fermandar Egîd de, dema bi ser baregehên dagirkeriyê de girtin, ji bo kêliyekê jî dudil nebûn. Bi rihekî fetihkar hedefan bi dest dixin û yekemîn çalakiya di têkoşîna çekdarî de bi serketinê tacîdar dikin. Afrîneriya di takîtîka şer de her wiha xwe bi rihê zaferê re kilîd kirin, xwe di wê pêngavê de dide pêş. Bi vî mîrasî gelek salên bi şerên giran hatine derbas kirin, gelek destketî û ezmûnên giranbiha hatine qezenc kirin. Pisporiya di huner û çanda leşkerî de, ya ku îro hêzên gerîlayên Kurdistanê pê têne nasîn, ji rihê pêngava 15’ê Tebaxê ye.

Gora ji betonê ku li ser wê ‘Kurdistana binaxkirî’ dihate nivîsandin bi olana guleya 15’ê Tebaxê di wê şevê de ji hev hate qelaştin û hilweşiya. Lewra serketina ku vê çalakiya dîrokî bi xwe re anî, şaxên baweriya bi têkoşîna azadiyê di dilê Kurdistaniyan de şîn kir. Weke gelê vê xakê yê herî kevnar careke din nasnameya xwe hembêz kirin û ji bo parastina wê ezma berxwedanê qayimtir kirin.”

Fermandariya YJA Starê destnîşan kir ku Pêngava 15’ê Tebaxê ew bingeh danî ku îro dema bi şerê herî dijwar jinûve dîzayna xaka Rojhilata Navîn tê çêkirin, gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya resen di nava vê xakê de bi awayekî diyarker û xwedî maf cih digire û tê nasîn.

‘BI HÊZA 15’Ê TEBAXÊ JINÊN KURD HER ROJ DERBÊN GIRAN LI MEJIYÊ SERDEST DIXIN’

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Lewra ev pêngav di dîroka Kurdistanê de, pêngaveke ku hempayê xwe tune ye, xwedî wateyeke dîrokî ye û bingehê hemû pêngavên têkoşîna me ya 40 salî ye. Roja îro li seranserî çiyayên Kurdistanê, bi heman rihê ji zaferê û ezmûna têkoşîna 40 salî re gerîla şerekî dîrokî dike. Rojane li taktîkên xwe afrîneriyê û dewlemendiyê zêde dike, hêza şerê xwe mezin dike, vê hêzê şerê ser erd û bin erd û asîmanan de belav dike û encamên bi bandor digre. Ev hemû di bin hêmanên rihê 15’ê Tebaxê bi qasî ku ji bo tevahiya gelê Kurd bû henaseya jiyaneke nû, bi taybet ji bo jina Kurd jî, bû pêngava avêtina bingehekî jiyan û têkoşîneke nû. Bi hêza 15’ê Tebaxê heya roja îro jî bi heman ezim û azweriyê jina Kurd derbên herî giran li zihniyeta serdest dixîne. Di vê bingehê de artêşa azadiya jinan roja me ya îro de jî li her qadê beramberî desthilatê şerê herî çalak dide meşandin, xwedî artêşeke xwesere ku weke wê mînak tine li cihanê. Artêşa Starê ku bi rihê 15’ê Tebaxê ve şer dike, îro bûye hêviya serdemê ya jinên cîhanê.

‘BI RUHÊ 15’Ê TEBAXÊ EM Ê SIBEROJA BI RENGÊ ŞOREŞA DEMOKRATÎK DIYARÎ GELAN BIKIN’

Li ser van hîman; pêngava 15’ê Tebaxê, ji bo tevahiya civaka Kurdistan bû mamosteyek zanista xweparastinê, her wiha ji bo tevahiya hêzên gerîla jî bû pîvana çalakiya serketî. Lewma, şerê me yê îro ku di bingeha Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de bi taktîk û şêwazên herî afrîner, tê meşandin. Lewra dewleta Tirk û piştgirên xwe ruxmê hemû hevkariyên qirêj ên li ser paşeroja gelê me jî, ne bi artêşên xwe yê teknolojiya modern ve, ne jî bi rêka bikaranîna Kurdên xwefiroş û noker ve, nikarin têkoşîna ku bi rihê 15’ê Tebaxê hatî avdan ziwa bikin. Îro ji Serhed heta Botanê, ji Zap heta Metîna, Xakurkê û Heftanînê di oxira serxistina vî şerî de bi sedan jin û xortên egîd li ser vê rêkê giyanên xwe feda dikin, bi rihên xwe yên fedayî hêviya paşeroja azad ji bo hemû gelên heremê dihûnîn. Di oxira parastina nirx û hebûna gelê Kurd de serî de li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê şerekî hêjayî vegotinên bêdawî tê kirin. Lê em wek hêzên YJA Star bi mebesta vê rojê ve carekî din dibêjin ku her bihosteke xaka me ya ku bi destê dagirkeran tên şewitandin, bi nokeriya Kurdên xayîn ên PDK’ê ve tê firotin, jin û gelê me yên ku di rêçên koçberiyê êşên herî mezin re rûbirû tên ji bo me sedema tolhildanê ya herî mezin e. Em ê bi şêwaz û hêza Fermandar Egîd, bi ruhê Xwedawanda azadiyê Zîlan ve vejîna 15’ê Tebaxê bi çalakiyên xwe yên tolhilgir pêşwazî bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Weke hevrê û şervanên pakrewanên pêngava 15’ê Tebaxê, em ê hêjayî egîdiya wan bibin. Her wiha bi mezinkirina têkoşîn û şerê xwe re em ê siberoja ku bi rengê şoreşeke demokratîk hatî ava kirin ji bo hemû gelên bindest bikin diyarî. Heya ku Rêber Apo fîzîkî bê azadkirin, em ê nûbûn û afirîneriyê di şerê xwe de dewam bikin. Em careke din cejna vejînê û cejna me ya gerîla li Rêber Apo, li pakrewanên şoreşa Kurdistanê, jin û gelên azadixwaz re pîroz dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Karayılan: Li her derê divê govendê bigerînin û divê bêjin ‘Bijî Serok Apo’

Nivîsa Pêş

Li Binarê Qendîlê coşa 15 Tebaxê

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Binarê Qendîlê coşa 15 Tebaxê

Li Binarê Qendîlê coşa 15 Tebaxê

Şervanên HRE Botan û Behdîna bi merasîmekî hatin oxir kirin

Şervanên HRE Botan û Behdîna bi merasîmekî hatin oxir kirin

Manşet

  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.