Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK: Em rojbûna pîroz bi coş û kêfxweşiyeke mezin pîroz bikin

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê bang li her kesî kir ku rojbûna Rêber APO bi coş û kêfxweşiyeke mezin pîroz bikin û têkoşîna azadiyê mezin bikin.

Edîtor: Nucan Serdoz
04/04/2024 - 10:14
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Manşet, Mijarên Girîng, Rêber APO
Reading Time: 5 mins read
A A
Em bi tundî li dijî hişbirê ne
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya rojbûna Rêber APO daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em ketin sala 76’an a roja bûyîna Rêber Abdullah Ocalan ku bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re hebûna gelê Kurd jinûve misoger kir. Gelê me bi rengekî gelekî mafdar rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji bo xwe weke rojbûna herî bi wate û pîroz dibîne û bi kêfxweşî û mineteke mezin pîroz dike. Em jî rojbûna Rêber Apo ku yek ji rojbûnên herî bi wate yên dîrokê ye bi hezkirin û hestên minetê silav dikin, vê roja bi wate li Rêber Apo, gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pîroz dikin.

Bêguman Rêber Apo kesayetekî dîrokî ye. Di fikir de kûr bûye, fikir bi rêxistin kiriye, rê li ber dîrokê xistiye û dîrokeke nû afirandiye. Bi sekn, jiyan û karên xwe nîşan da ku welatparêz, şoreşger, sosyalîst, hevrê, heval, dost û kedkarê herî mezin e. Hebûn, jiyan, ruhê xwe di ber bidawîkirina neheqiyê, sererastkirina şaştiyê, misogerkirina jiyaneke rast û bi wate daye. Di fikir de gelekî kûr bû, ev kûrbûna xwe veguherand zanyarî û têgihiştinê û kir malê gel û mirovahiyê. Ji bo gel û welatê xwe, ji bo civak û mirovahiyê keda herî mezin da, têkoşîna herî mezin meşand û başî kir. Ji bo gelê Kurd ê ku li neheqiya herî mezin a dîrokê rast hat û di nava zexta înkar û îmhayê de bû, fikir û çalakî afirand ku jinûve rake ser piyan. Bû kesayetekî dîrokî, derfet afirand ku kesayetên dîrokî ji nav rabin. Mazlûm, Sara, Egîd, Zekiye, Rahşan û gelek mîna wan bi fikir û felsefeya Rêber Apo gav avêtin û dîrok nivîsandin. Gelê Kurd bi pêngava dîrokî û paradîgma û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe nas kir, zane bû û azad bû. Ji rewşa civaka parçebûyî û li ber tinebûnê rizgar bû, veguherî gelekî welê ku ji bo armancên mezin dijî û nirxan diafirîne. Lewma gelê Kurd bi Rêber Apo serbilind e, di heman demê de xwe deyndarê Rêber Apo dibîne. Hezkirin û dilsoziya gelê Kurd a ji bo Rêber Apo ji ber vê yekê ye.

RÊBER APO GIHÎŞT KESAYETIYEKE GERDÛNÎ

Hêzên modernîteya kapîtalîst ku Ehrîmanên vê serdemê ne, bi komployekê xwestin ku pêngava dîrokî ya Rêber Apo bisekinînin. Ji ber ku pêngav û pêşketinên ku Rêber Apo afirand gel azad kir, planên modernîteya kapîtalîst ên li ser Rojhilata Navîn têk bir. Komploya navneteweyî ya ku bi dîlgirtina Îmraliyê bi encam bû, ji ber vê yekê hate kirin. Lê belê Rêber Apo dîlgirtina li Îmraliyê kir wesîleya ronakbûneke nû û pêngaveke dîrokî. Li dijî talankeriya modernîteya kapîtalîst a li ser xweza, civak, kesayetan, Modernîteya Demokratîk pêk anî ku xweza, civak, jin, kesayet û jiyane azad dike. Rêber Apo paradîgmaya jiyana demokratîk a xwe dispêre azadiya jinê û ekolojiyê afirand, bi vî rengî sîstemeke welê ava kir ku ne tenê gelê Kurd di heman demê de tevahiya mirovahiyê azad dike û di encamê de jî gihîşt rastiyeke gerdûnî. Ev yek jî bû bersiva herî bi wate ya dîrokî li hemberî dîlgirtin û komployê. Komplogeran bi dîlgirtina li Îmraliyê xwestin Rêber Apo tine bikin, lê Rêber Apo gihîşt kesayetiyeke gerdûnî. Bêguman ev rewş bi saya dilsoziya Rêber Apo ya li gelê Kurd, gelên cîhanê yên bindest, jinan, jiyanê, nirxên mirovahiyê yên gerdûnî û hezkirina wî ji van nirxan pêk hat. Eger îro di asta navneteweyî de xwedî li Rêber Apo tê derketin, fikrên wî têne pejirandin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî tê kirin, ev yek vê rastiyê piştrast dike. Eşkere ye ku rojbûna Rêber Apo, pêngava wî ya gerdûnî û xwedîderketina di asta navneteweyî de lê tê kirin, pêşketina herî girîng a vê serdemê ye.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi tecrîda mutleq dixwaze vê pêngava gerdûnî û dîrokî asteng bike û gelê Kurd qir bike. Ev yek di heman demê de nêzîkatiya hêzên modernîteya kapîtalîst e. Li pişt tecrîda mutleq piştgiriya hêzên modernîteya kapîtalîst heye. Di cewhera tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo de ew daxwaz heye ku tevahiya mirovahiyê mehkûmî modernîteya kapîtalîst bikin. Ji ber vê yekê piştgiriya bi gelê Kurd re, Pêngava Azadiyê ya Global gelekî bi wate û hêja ye. Lingê civakî û siyasî yê pêngava Newroza azadî ji Rêber Apo re gelekî bi pêş ve çûye. Li hemberî polîtîkayên talanker û komploger ên desthilatdariya faşîst qirker, îradeya têkoşînê ya ku gelê me û hêzên demokrasiyê destnîşan kir, hêjayî pesindayinê ye. Em têkoşîna gelê xwe, helwesta wan a berxwedêr bi hurmet silav dikin.

Em careke din vê rojbûna pîroz li gelê Kurd, jinan, ciwanan, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, li tevahiya mirovahiyê pîroz dikin û silav dikin. Em bang li her kesî dikin ku Rêber Apo hîn baş nas bikin, fêhm bikin, xwedî lê derkevin, vê rojbûna pîroz bi kêfxweşî û coşeke mezin pîroz bikin û têkoşîna azadiyê mezin bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şehîd Edessa Cejna bi girseyî hate oxirkirin

Nivîsa Pêş

Pêkhateyên Şengalê: Îradeya gel ji êrişên Erdogan bihêztire

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Pêkhateyên Şengalê: Îradeya gel ji êrişên Erdogan bihêztire

Pêkhateyên Şengalê: Îradeya gel ji êrişên Erdogan bihêztire

KCK: PKK ji bo Kurdan navê hebûnê ye!

KCK: Berxwedan û serketina dîrokî ya li Wanê pêk hat

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.