Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome

Edîtor: Nucan Serdoz
09/02/2024 - 19:52
di nav Çalakî, Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Meclisa Ciwanan: Têkoşîna me dê heya azadkirina Abdullah Ocalan bidome
ParvekeTweet
WAN – Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê, pêkanîna tecrîdê ya li dijî Rêber APO şermezar kir û destnîşan kir ku ew ê heya azadiya Rêber APO pêk bînin dê têkoşîna xwe bidomînin.
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî tecrîda ser Rêber APO ku ev 35 meh in tu agahî jê nayên girtin, li Wanê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Parlamentera Wanê Pervîn Bûldan, rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUHAY-DER) tev li daxuyaniya li pêşiya avahiya partiyê hatiye lidarxistin bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rêberek azad, welatek azad” hate vekirin.
Daxuyanî endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Abdullah Gurkan xwend. Gurkan bal kişand ser kampanyaya “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk” a li gelek navendên cîhanê bi çalakiyên cuda berdewam dike.
‘RÊBERTIYA GELAN’
Gurkan da zanîn ku tecrîda ser Ocalan hatiye girankirin, ji tirsa belavbûna paradîgmaya ku wî pêş xistiye pêk tê û wiha axivî: “Di erdnîgariya Rojhilata Navîn de û di nava gelek gelên cîhanê de xwedîderketineke mezin a Abdullah Ocalan derket holê. Ji ber ku gel dizanin azadiya birêz Abdullah Ocalan temînata jiyana mirovane ye. Paradîgmaya li Îmraliyê pêşxistiye, nîşaneya rêbertiya gelan e. Ji ber desthilat vê yekê dizane, tecrîdê kûr dike û di polîtîkayên şer de israr dike.”
‘MAFÊ CIVAKÊ YÊ AŞTÎ Û AZADIYÊ ASTENG DIKE’
Gurkan destnîşan kir ku tecrîda weke îşkence û qirkirinê dom dike, hatiye asteke ku êdî nayê qebûlkirin. Di berdewama axaftina xwe de Gurkan da zanîn ku bi pergala tecrîdê, mafê civakê yê aştî û azadiyê asteng dike û wiha pê de çû: “Ev 3 sal in bi tu awayî agahî ji birêz Ocalan nayê stendin. Hevdîtina wî ya bi parêzer û malbatê tê astengkirin. Ev polîtîka bi Îmraliyê re sînordar namîne û bi vî awayî tevahiya civakê tê hedefgirtin. Ev jî nîşan dide ku tecrîd bûye şêwaza birêvebirina welat.”
TECRÎD LI HER DERÊ YE
Gurkan di dirêjiya axaftina xwe de anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê tê sepandin, mînaka herî şênber ya dijminatiya kurdan û gelên din a dewletê ye û axaftina xwe wiha domand: “Pergala tecrîda li Îmraliyê, nîşan dide ku li dijî Tirkiye û Kurdistanê polîtikayên dijminane yên dewletê di dewreyê de ne. Ev polîtîka tevahiya civakê bandor dike, taybetî jî jin û ciwanan dike hedef. Pirsgirêka ciwanan a pêşeroj û hewînê, dîtina kar, azadî, ji tecrîda li Îmraliyê tê sepandin cuda nîn e. Divê ciwanên li Tirkiyeyê û Kurdistanê baş zanibin ku, yên ku dibêjin, ‘Ma hûn dizanin bê ka bihayê fîşekekê çiqas e?’ berpirsê qetilkirina ciwanên ên di nava asonsoran de, berpirsê bêkar mayîn, bê pêşeroj û bêhêvîbûnê û arasteyî xwekuştinê ne. Her ciwan û tevahiya gelê me divê baş hîs bike ku tecrîda li Îmraliyê, di hişan de, di nava malên me de, di dibistanên ku em tê de dixwînin de û li her derekê ye. Ji ber wê hemberderketina tecrîdê, xwedîderketina azadiyê ye, hemberderketina tecrîda li Îmraliyê, xwedîderketina mirovahiyê ye.”
Gurkan diyar kir ku divê demildest azadiya Rêberê PKK’ê were pêkanîn û da zanîn ku têkoşîna wan heya tecrîd bi dawî dibe dê bênavber, bidome.
‘EM Ê TECRÎDÊ BIŞKÎNIN’
Gurkan di dawiya axiftina xwe de got ku, “Gava ewil û herî xurt ya azadkirina civakê, azadkirina birêz Ocalan e û wiha derbirî: “Dema ku we li ciheke ku azadiyê nebîne lê dinêrin, dema ku hûn wek nedîtî nêz dibin, hûn ê bikevin nava polîtîkayên desthilatê yên tecrîdê. Ev yek jî ji têkoşîna demokrasiyê derdikeve, vediguhere piştgiriya pergala tecrîdê ya desthilatê. Desthilat li aliyekê di polîtîkayên tecrîdê de israr dike, li aliyê din kesên qala tecrîdê dikin, bi awayeke eşkere tehdît dike. Sedem ev yek e. Bi vî awayî, dixwaze bi tecrîdkirina tekoşîna li dijî tecrîdê, civakê bi danezanên xwe yên faşîzane bi rê ve bibe. Ji ber wê, divê em dengê xwe li dijî tecrîdê bilind bikin. Divê feraseta ku gelê me xistiye dorpêça qirkirinê baş zanibe ku em ê li her cihê ku lê ne dê tecrîdê bişkînin û dê têkoşîna me heya azadkirina Rêberê Gelan birêz Abdullah Ocalan bidome.”
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

QSDˊê îdiaya dewleta Tirk ya şehîdxistina 3 şervanên wan derewand

Nivîsa Pêş

Ciwanên Kobanê ji bo şermezarkirina komployê daketin qadan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwanên Kobanê ji bo şermezarkirina komployê daketin qadan

Ciwanên Kobanê ji bo şermezarkirina komployê daketin qadan

Ciwanan bi pankarta ‘LI DIJÎ TECRIDÊ RABE’ meşiyan

Ciwanan bi pankarta 'LI DIJÎ TECRIDÊ RABE' meşiyan

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.