Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn: Çiraya wan rêya me ronî dike

Edîtor: Nucan Serdoz
07/02/2024 - 16:08
di nav Çalakî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Kesên di jêrzemînên Cizîrê de hatine qetilkirin hatin bibîranîn: Çiraya wan rêya me ronî dike
ParvekeTweet
ŞIRNEX – Esmer Çikmaz di bîranîna kesên di dema qedexeyên derketina derve de li jêrzemînan hatine qetilkirin axivî û got: “Çiraya ku wan pêxistiye rêya me ronî dike.”
Kesên di pêvajoya qedexeyên derketina derve ya sala 2015’an de li naveçya Cizîr a Şirnexê hatine qetlikirin, hatin bibîranîn. Bîranîn li avahiyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat lidarxistin. Meşvanên siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl ên di “Meşa Mezin a Azadiyê” ya Wanê de cih digirin tev li bîranînê bûn. Dayika Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, Esmer Tûnç, Heznî Arslan a cenazeyê keça wê hêj jî nehatiye dîtin, dayika Nîhat Kazanhan ê dema li pêşiya mala xwe dilîst hatiye qetilkirin Ayşe Kazanhan û dayika Umît Kurt ê bi guleberana polîsan jiyana xwe ji dest da Nafiye Kurt tev li bîranînê bûn. Li eywana bîranînê tevî nav û wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane, pankarta “Lehengên Cizîra Botan” hate daliqandin.
‘RÊYA ME RONÎ DIKIN’
Piştî rêzgirtinê, Hevseroka Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin re (MEBYA-DER) ya Şirnexê Esmer Çikmaz axivî. Çikmaz a di pêvajoya qedexeyên derketina derve de 2 zarokên xwe winda kiriye wiha axivî: “Ne tenê 9 sal, 900 sal jî ser derbas bibin em êşa wê wekî ku îro hatiye jiyîn dikêşin. Lê belê me soz daye wan; em ê nehêlin têkoşîna wan li erdê bimîne. Çiraya wan pêxistiye rêya me ronî dike.”
Çikmaz, bal kişand ser çalakiya grevên birçîbûnê ya girtîgehan û got: “Kezeba hemû dayikên li vê derê wekî ya min dişewite. Em dayikên girtiyan in. Ev vê tecrîdê şermezar dikin.”
ROJEV MEŞA AZADIYÊ YE
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan jî bal kişand ser “Meşa Mezin a Azadiyê” û wiha axivî: “Yên ku naxwazin meşa me bibînin, bila vê yekê baş bizanibin ku em ê bigihin mirada xwe ya aştî, azadî û yekitiyê.”
Dogan, wiha domand: “Çend sal ser derbas bibin jî dê qetlîama Cizîrê neyê jibîrkirin, tu kes nikare bide jibîrkirin. Bi sedan sal in ku bajarên me talan dikin, xwestin civaka me birizînin û bi şerê qirêj me ji hev veqetînin. Divê li hemberî van şiyar bin.”
Di berdewama axaftina xwe de Dogan da zanîn ku rojeva wan a sereke “Meşa Azadiyê” ye û wiha derbirî: “Divê em zanibin ku em ê bi vê meşê bigihin armanca xwe. Teqez em ê tecrîdê rakin, deriyê Îmraliyê vekin, dengê birêz Ocalan bibihîsin. Piştî ku dayikan biryara xwe dan, tu kes nikare pêşî li wan bigire. We dît bê ka çiqas ji we ditirsin. Dibe ku li tu deran ewqas nayên cem hev û natirsin. Em bi hêz in, êm ê bihigin mirada xwe.”
Piştî axaftinan, nîşandana sînevîzyonê hate kirin. Di kêliyên hestiyar de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin.
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Di derbarê komploya 15’ê sibatê de li Şehbayê civînek ji ciwanan re hate lidarxistin

Nivîsa Pêş

Karasû: Dilê tevahiya Kurdan li gel PKK’ê ye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Karasû: Dilê tevahiya Kurdan li gel PKK’ê ye

Karasû: Dilê tevahiya Kurdan li gel PKK'ê ye

KJK’ê di salvegera erdheja 6’ê Sibatê de banga ji nûve avakirina jiyanê li gelan kir

KJK’ê di salvegera erdheja 6’ê Sibatê de banga ji nûve avakirina jiyanê li gelan kir

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Erzîncan: ‘Divê Gelê Me Xaka Xwe Neterkîne’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.