Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK’ê di salvegera erdheja 6’ê Sibatê de banga ji nûve avakirina jiyanê li gelan kir

Edîtor: Nucan Serdoz
07/02/2024 - 16:55
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KJK’ê di salvegera erdheja 6’ê Sibatê de banga ji nûve avakirina jiyanê li gelan kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN

KJK’ê di yekemîn salvegera erdheja 6’ê Sibatê de bi daxuyaniyekê ji hemû gelan re sersaxî xwest û got: “Em bang li gelên Kurd, Tirk û Ereb dikin ku hilweşîna ji ber erdhejê veguherînin ji nû ve avakirinê.”

Koordînasyona KJK’ê bi boneya yekemîn salvegera erdheja 6’ê Sibatê de daxuyaniyek nivîskî da. KJK’ê bal kişand ser karesata polîtîkayên talan û wêranê û xwest ku ti kes car din nekeve malên mirinê TOKÎ’yan ku desthilathilatdariyê ev TOKÎ veguherand amûra hilbijartinê.

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî:

“Di salvegera yekemîn a erdheja 6’ê Sibata 2023’yan de ku navenda wê Mereş bû, em hemû mirovên xwe yên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin, ji xizmên wan û hemû gelan re sersaxiyê dixwazin.

Mereş, Semsûr, Meletî, Dîlok, Amed, Hatay, bajarên Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê malûvanî ji şaristaniyên bi hezaran salan re kirine; bûne erdnîgariyeke ku Kurd, Ereb, Tirk, Ermenî, Misilman, Elewî, Xirîstiyan û her kes di nava xwe de hewandiye. Di her demê de di avakirina şaristaniya demokratîk de bûye pêşeng. Ji ber vê pêşengiyê jî rû bi rûyê êrîşên hemû dewletên desthilatdar maye. Dewleta Tirk a faşîst hem bi polîtîkayên rant û talanê pêşî li gelek karesatan vekiriye, hem erdhej weke firsend dît û ji mirina gel re bû temaşevan, hem jî polîtîkayên talanê ji nû ve xist meriyetê.

Zarokên ku ji terîqetan re hatine pêşkêşkirin

Hejmarên ku bi daxuyaniyên fermî yên derbarê qurbaniyên erdhejê de hatine dayîn, ji rastiyê pir dûr in. Tevî ku bi hezaran malbatan ji bo zarokên ji bin kavilan rizgar bûne lê winda bûne îlana windahiyê dan, dewleta faşîst vê yekê red dike. Ji ber ku ji zarokê di landikê de heta zarokê Kurd ê Elewî yê 5 salî, bi hezaran zarok ji terîqetan re hatin pêşkêşkirin. Weke sîstemeke kevneşopiya Osmaniyan; zarokên li xakên hatine fetihkirin ji malbatên wan tên qutkirin, piştre tên perwerdekirin û ji bo xizmeta dewletê bi kar tînin. Ev yek li ser zarokên gelên qedîm ên ji herêma erdhejê hatine rizgarkirin, hate pêkanîn.

Malên mirinê: TOKÎ

Erdheja ku çêbûyî nîşan da ku sedemê ev qas mirinên di erdhejê de, ne bûyera xwezayî ye. Sedemê wê polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP’ê ya rant û talanê ye. Bi îhaleyên ku ji alîgirên xwe re pêşkêş kiriye, endezyartiya proje û avahiyên ku mirovên me qetil dikin kiriye. Bi hezaran mirovên me piştî erdhejê, bi rojan di bin kavilan de li benda rizgarkirinê jiyana xwe ji dest dan. Di nava atmosfereke bi vî rengî de jî desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ji alîgirên xwe re alîkarî belav kir, piranî ji gelê me jî terkî mirinê kir. Konên Heyva Sor firot gelê me ku bi salan baca erdhejê dida. Hetta xwîn jî firot û deriyê ranta nû vekir. Dewleta Tirk bi erdheja 6’ê Sibatê re di bin kavilan de ma, bi hemû saziyên xwe rûyê xwe yê faşîst nîşan da. Dijminahiya AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdên Elewî bi erdhejê re gihiştiye lûtkeyê.

Piştî erdhejê jî polîtîkaya rantê dewam kiriye. Bi zorê xaka gelê me yê Ereb ku gelê qedîm ê Hatayê ye, jê hate standin. Avahiyên TOKÎ’yan ên bi serê mirovên me de hilweşiyan, ji bo bikin malzemeya hilbijartinên herêmî car din hatin avakirin. Dayikek ku di erdhejê de xizmên xwe winda kiribûn, ji bo avahiyên hilweşiyan wiha gotibû, ‘me bi destê xwe darbesta xwe kiriye’. Divê gelê me guh bide dengê vê dayikê û car din nekeve malên TOKÎ’yan ku weke propagandaya hilbijartinê tên çêkirin.

Hevkariya jinan 

Her çend hemû beşên civakê ji erdhejê bandor bûn jî, erdhejê bandorê girantir li jin û zarokan kir. Jin li gel trajediyên di kêliya erdhejê de jî piştî erdhejê jî bi pirsgirêkên tenduristî, paqijî, hêwirîn û xwarinê re rû bi rû man û gelek jinên ducanî di nava şert û mercên zivistanê yên nebaş de li kolanan di nava xirabeyan de zarokên xwe anîn dinyayê. Travmaya ku li cem civakê peyda bûyî di konan de jî be weke tundiya li hemberî jinan xwe nîşan daye û malbatên ku ji aliyê aboriyê rewşa wan nebaş, berê xwe dane kevneşopiyên paşverû yên weke zewicandina zarokên keç. Ev hemû me mafdar dikin ku em li dijî desthilatdarî û kevneşopiyên faşîst ên serdest ên mêr li ber xwe bidin.

Tevî van hemûyan jî li herêma erdhejê konên hevkariyê yên jinan û kamyonên alîkariyê, bi kampanyaya li her malekê teşteke nanî û nanê ku ji Silopiyayê şandin Semsûrê, kolektîfên jinên xwendekar ên dilxwaz ku dibistanên xwe terikandine û hewl dan, alîkariya jinan bikin û bibin sedema bişirîna li ser rûyê zarokan, bûn dîmenên herî watedar. Bi hevkariyê jin li hemberî dewleta serdest a mêr a faşîst li ber xwe didin. Hevkariya civakî dubare li pêşiya hemû cîhanê îspat kir ku dijderketina dewletê tê wateya jiyana rastîn.

Banga avakirina jiyanê

Erdheja 6’ê Sibatê birînên mezin li gel gelê me peyda kir û bû sedema hêrseke mezin. Erdheja 6’ê Sibatê ji bo me şîn e, ji netewebûna demokratîk a dêrîn re rojeke şînê ye. Êşa me mezin e, lê belê hewce ye em êşa xwe bi rêxistinbûn û hevkariyê watedar bikin. Em weke KJK’ê bang li hemû sazî û rêxistinên sivîl, komele û sendîkayan, partiyên siyasî, jin, ciwan, şoreşger, mirovên demokrat û sosyalîst û hemû gelên Kurd, Tirk û Ereb dikin ku felaketa erdheja 6’ê Sibatê veguherînin avakirinê.

Em bang li hemû jinan dikin, bêyî ku kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane werin jibîrkirin, bêyî alîkariya dewletê em hêrsa xwe bikin sedema avakirina jiyaneke rêxistinkirî, demokratîk û azad. Em bang dikin ku bi sîstema me ya ku demokrasî, ekolojî û azadiya jinan, li dijî polîtîkayên kujer ên dewletê jiyan bê avakirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Karasû: Dilê tevahiya Kurdan li gel PKK’ê ye

Nivîsa Pêş

Li Stenbolê di nava 24 saetan de bi kêmî 90 kes hatin binçavkirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Li Stenbolê di nava 24 saetan de bi kêmî 90 kes hatin binçavkirin

Li Stenbolê di nava 24 saetan de bi kêmî 90 kes hatin binçavkirin

Meşvanên Azadiyê Mazlûm Dogan li mala ku lê çêbû bibîr anîn

Meşvanên Azadiyê Mazlûm Dogan li mala ku lê çêbû bibîr anîn

Manşet

  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJ: Emê xwedî li xewn û xeyalên şehîd Berçem derkevin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.