Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG: Salvegera damezrandina 45’an a destanî ya PKK’ê pîroz be

Edîtor: Nucan Serdoz
26/11/2023 - 16:00
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
NPG: Salvegera damezrandina 45’an a destanî ya PKK’ê pîroz be
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) got: “Em 45’emîn salvegera damezrandina partiya xwe PKK’ê li Rêber Apo, gelê me yê welatparêz, malbatên şehîdan, dostên hêja yên Partiya me, li hemû hevrê û sempatîzanên Partiyê pîroz dikin.”

Di daxuyaniya NPG’ê de ev tişt jî hatin gotin, “PKK ku li ser bingeha xwedîderketina li bîranîna hevrê Hakî Karer hate damezrandin, rastiya şehîdan kir haveynê berxwedanê û di her sal, meh û roja têkoşîna destanî ya 45 salan de şehîd dane û hatiye roja îro. Ji ber vê yekê ji PKK’ê re Partiya Şehîdan hatiye gotin û Partiya me qasî nîv sedsalê bi pêşengiya heqîqeta şehîdan meşiyaye. Em şehîdên xwe yên bi rûmet ku damezrêner û xwediyên rast ên PKK’ê ne, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku wê di her kêlî û şert û mercê jiyanê de bibin şopdarê xeta şehîdan.”

Di daxuyaniya Fermandariya Biryargeha NPG’ê de ev tişt jî hatin gotin:

“PKK û Tevgera Azadiyê ku ji aliyê Rêber Apo ve weke diyariya herî mezin ji mirovahiyê re hatiye dayîn, 45’emîn salvegera xwe ya fermî pîroz dike û dikeve sala 46’emîn. Partiya me PKK ji bo gelê Kurdistanê mîladek e û ji bo hemû gelên bindest jî bûye hêvî. PKK’ê gelê me yê li ber qirkirin û tunebûnê, rizgar kir. Gelê me yê ku hatibû wê rewşê ku nasnameya xwe înkar dikir, bi têkoşîna dîrokî ya Rêber Apo ji nû ve ji dayik bû û bû rastiyeke gel a bi serhildanan bi pêş dikeve û ber bi serketinê ve dimeşe. Şehîdên me yên nemir di şert û mercên herî giran de û li cihên herî zehmet bi fedayiyane Partiya me parastin û xwedî lê derketin. Berxwedana dîrokî ya PKK’ê li ser nirxên ku ji aliyê şehîdên me yên nemir ve hatin afirandin, sînorên Kurdistanê derbas kir û hêviya siberoja azad a hemû bindestan xurt kir.

GERÎLAYÊN AZADIYA KURDISTANÊ LI SER XETA SERKETINÊ YA PARTIYA ME, BÊTEREDÛT DIMEŞIN

Ruhê berxwedan û serketinê ya partiya me PKK’ê di şexsê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gelê me de şênber bûye. Têkoşîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê rê nedaye dagirkeran û di asta herî bilind de nûneriya mîrateya berxwedana PKK’ê kiriye û li ser xeta fedayiyan meşiyaye. Êrîşên ku dewleta Tirk a mêtinger bi alîkariya hêzên hevkar û bi teknîkê pêk tîne, li dijî îradeya mîlîtanên PKK’ê encam bi dest nexistiye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ruhê têkoşînê yê hevrêyên me yên nemir ku li Girtîgehên Amedê bi berxwedanê bi ser ketin û hêza îradeya PKK’ê nîşanî hêzên mêtinger û hemû cîhanê dan, gihand roja îro û zindî kir. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk a sûcdarê şer ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî, bombeyên taktîk nukleer pêk tîne, bi ruhê serketinê yê PKK’ê berxwedana herî bi heybet a dîrokê raber kiriye û bûye bersiv. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di serî de li Zap, Metîna û Avaşînê ji Herêmên Parastinê yên Medyayê heta Bakurê Kurdistanê bi ruhê berxwedanê yê PKK’ê ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye afirandin, şer dike û bi armanca siberoja azad a gelê me li ser xeta serketinê ya partiya me meşeke bêyî teredut esas girtiye.

Mîrateya têkoşînê ya partiya me PKK’ê ya ku bi Hakî Kareran û Berxwedana Zindana Amedê xwe xwedî kir, bi Fermandar Egîdan û Bêrîtanan dewam kir û bi fedaîbûna Zîlanan re kûr bû. Hevrêyên me Leyla Amed, Yaşar Botan, Axîn Mûş Gabar, Delîla Goyî, Sila Faraşîn, Ronahî Penaber, Koçer Dogan, Raperîn Botan, Fîraz Zîlan, Egîd Cûdî, Asya Kanîreş, Azad Şerger, Rojbîn Dêrsim, Hêjar Zozan, Canşêr Maku, Dilşêr Çiyareş, Elîşêr Întikam, Xemgîn Serhed, Rêdûr Sîser, Ardem Ararat, Dilgeş Zîlan Gûzêreş, Devrîm Garzan, Destan Botan, Dîcle Eylem, Bêrîtan Sîser, Rojda Mahîr, ala Mûnzur Dêman, Mahîr Başkale, Rozerîn Şemzînan, Doga Viyan, Andok Adil, Ciwan Welat, Botan Raperîn û Egîd Kobanê ku şopdarên xeta şehîdan in, bi temsîlkirina mîrateya têkoşînê ya şehîdên me yên nemir re carek din ruhê PKK’ê yê têkneçûyî îspat kirine. Têkoşîna me ya ku bi Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn re ku derbên giran li dilê tarî yê dijmin xist, bi hezaran milîtanên Apoyî yên bi ruhê PKK’ê xwedî bûne derxist holê. Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê ku li ser xeta şehîdan dimeşin û ji şêwaza jiyana Apoyî tawîzê nadin, teqez wê têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê me ber bi serketinê ve bibin.

Li ser vê bingehê em 51’emîn salvegera têkoşîna Rêber Apo û 45’emîn salvegera damezrandina destana partiya me PKK’ê pîroz dikin û soz didin ku heta em bigihêjin armanca serketinê ya şehîdên me yên nemir em ê di xeta fedaiyan de têkoşîneke bêeman bimeşînin û ji her kesên ku dilê wan bi PKK’ê re di sala nû ya têkoşînê de lêdide re serkeftinên mezin dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

RJAK’ê li Kerkûkê semîner da jinên ciwan

Nivîsa Pêş

1978 heya 2023 – Berxwedan jiyan ê!

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
1978 heya 2023 – Berxwedan jiyan ê!

1978 heya 2023 - Berxwedan jiyan ê!

Bangawazîya ciwanan ji bo meşa dirêj

Bangawazîya ciwanan ji bo meşa dirêj

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.