Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

​​​​​​​Girîngiya ramanên Rêber APO vegotin

Edîtor: Nucan Serdoz
17/10/2023 - 19:31
di nav Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rêber APO, Rojava
Reading Time: 6 mins read
A A
​​​​​​​Girîngiya ramanên Rêber APO vegotin
ParvekeTweet

HELEB – Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê û Însiyatîfa  Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêber Abdullah di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de panelek li dar xist. Panel li hola Telet Heleb a li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl û kesayetên serbixwe beşdarî panelê bûn. Kesayetên ji derveyî Sûriyeyê bi rêya online beşdar bûn.

′TEZÊN WÎ MIROVAHÎ Û HEBÛNÊ ELEQEDAR DIKE′

Berdevkê Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê Ferzende Munzur destnîşan kir ku li gel şer û aloziyên li cîhanê, pêwîstiyeke lezgîn bi tezên Rêber Abdullah Ocalan hene û got: “Roj bi roj û di her bûyerekê de girîngiya tezên Rêbertî di çareserkirina pirsgirêkên ekolojîk, aborî û şerên taîfî û herêmî de xuya dibin.′′

Munzur bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got, pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û cezayên dîsîplînê yên li ser Rêber Abdullah Ocalan têne sepandin tu têkiliyên xwe bi qanûnên navneteweyî re tune ne. Her wiha anî ziman ku armanca tecrîdkirin di kesayeta wî de bidawîkirina pirsgirêka Kurd e.

Ferzende Munzur sedema ragihandina pêngava cîhanî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî jî nirxandin û wiha domand: “Cîhan rastiya têkoşîna gelê Kurd, rastiya Erdogan û komkujiyên ku li dijî tevahî gelan dike dizane. Lew ra em dikarin bêjin armanca pêngava cîhanî pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî ye, ji ber ku tezên wî mirovahiyê û hebûnê eleqedar dike.”

KOMPLOYA HERÎ MEZIN DI SEDSALA 20′Î DE

Piştre berdevka Însiyatîfa Sûriyeyê ya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Helebê Amna Xidro mijara yekemîn a panelê şîrove kir. Amna bal kişand ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, sedemên hebûna Rêber Abdullah Ocalan li Sûriye û Lubnanê di salên 90′î yên sedsala borî de û got: “Vebijêrka mayîna li Sûriye û Lubnanê ji bo Tevgera Azadiya Kurdistanê girîng bû, ji ber ku her du welat di aliyê dîrokî û siyasî xwe de xwedî girîngiyeke mezin li ser asta herêmî û cîhanê bûn. Her wiha her du welat nêzî qadên têkoşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê ne. Rêbertî di pêvajoya mayîna xwe ya li her du welatan de gavên girîn ji bo avakirin û damezirandinê de avêtin.′′

Amna Xidro komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi komploya herî mezin di sedsala 20′î de nirxand û wiha pêde çû: ′′Komploya topyekun a di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de li dijî PKK, gelê Kurd û tevahî gelên azadîxwaz hatî sazîkirin, komploya herî mezin di sedsala 20′î de ye.”

Amne anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan hêviya gelên aştîxwaz û azadîxwazî e û projeya wî ya neteweya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tê û li tevahî cîhanê belav bûye.

Endamê Îsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêbertî Elaedîn Xalid Kalo mijara duyemîn bi rêve bir. Kalo bal kişand ser peyman û qanûnên navneteweyî yên têkildarî parastina girtiyan.

Kalo got, dewleta Tirk bi hincetên derew cezayên dîsîplînê yên neheqî û yên sexte li dijî rêberê neteweyî Abdullah Ocalan dûbare dike û wiha domand: ′′Em baş dizanin ku bingehê projeya neteweya demokratîk a biratiya gelan a li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan rêxistinî, dîsîplîn û miorvatî ye.”

Parêzer Elaedîn Xalid Kalo behsa cudahiya di navbera projeya Rêber Abdullah Ocalan û projeya dewletên mezin de kir û got: “Dewleta Tirk endameke NATO′yê ye, pê re jî hemû dewletên modernîteya kapîtalîst û mêtînger ên cîhanê yên ku berjewendiyên xwe li ser xwînê û mafên gelên azadîxwaz ava dikin, dûrî exlaq û mirovatiyê ne. Ev dewlet naxwazin pirsgirêkên Rojhilata Navîn bi awayekî aşatiyane li gorî fikr û felsefeya Rêbertî werin çareserkirin.”

Nivîskar û rojnamevanê ji Misirê û edîtorê Ajansa Nûçeyan a Hedes Welîd Remlî bi rêya online nêrîna xwe anîn ziman û got: ′′Desthilata Tirk tecrîdeke giran li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye da ku wî ji gelê wî û alîgirên wê dûr bixe, lê ramanên wî li Misir û tevahî cîhanê belav bûne. Projeya wî ya neteweya demokratîk projeyeke bêhempa ye û ya herî guncaw e, divê ev  proje bibe jêdera rêvebirina gel.”

Kesayetê serbixwe Îsam Ezûz jî diyar kir ku her kesî rola xwe di komployê de list, ji ber ku berjewendiyên xwe tê de dîtin. Her wiha anî ziman ku projeya neteweya demokratîk rengek ji rengên yekitiya herêmê û yekitiya gelên wê ye ku dewletên rojava wekî xetereyekê ji bo xwe dibînin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

YCWK: Konteynira ku dijmin bikar anîbû hat şewitandin

Nivîsa Pêş

QSD′ê 4 DAIŞ′î girtin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
QSD′ê 4 DAIŞ′î girtin

QSD′ê 4 DAIŞ′î girtin

Ciwanên Tebqa li ser tecrîd û komploya navneteweyî civînek li dar xistin

Ciwanên Tebqa li ser tecrîd û komploya navneteweyî civînek li dar xistin

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.