Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: Artêşa Tirk bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş kir

Edîtor: Nucan Serdoz
30/09/2023 - 15:09
di nav Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
HPG: Artêşa Tirk bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî êrîş kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – HPG’ê got: “Artêşa Tirk a dagirker ku hemû çekên şer li hemberî Qadên Berxwedanê yên Zapê û tunelên şer bi kar tîne, encam wernegirt. Ji balafirên şer heta helîkopterên êrîşê, ji tankan heta obus û topan, ji çekên giran heta çekên nîv otomatîk bê navber çeperên gerîla bombebaran dike. Tevî vê yekê jî êrîşên dijmin hatin pûçkirin. Li hemberî taktîkên gerîla ya demê nû, asta pêkanîna van û performansa ku bê navber çalakiyan pêş dixe, derbeyên giran xwar û nikare xwe biparêze. Artêşa dagirker 9’ê Îlonê êrîşên xwe yên dagirkeriyê ji xeta Girê Amediyê heta ber bi Metînayê fireh dike. Tevî ku piştevaniya xayînên hevkar jî girtiye, li vir jî nekarî encama ku xwestî bi dest bixe. Artêşa dagirker ku li Zapê pir tengav bûye, hewl dide car din bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer encam werbigire. Di rojên dawî de li Girê Amediyê û Girê Cûdiyê li ser vî bingehî êrîşan pêş dixe û sûcê şer dike. Em hemû gelê xwe yê welatparêz û raya giştî têkildarî van sûcên şer ên artêşa Tirk agahdar dikin û banga hestiyarbûnê dikin.”

Di daxuyaniyê HPG’ê de ev tişt jî hat gotin: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî hemû êrîş û rêbazên dermirovî yên artêşa dagirker, bi cesareteke mezin û ruhekî fedayî bersiv dide. Her roj di nava çalakiyan de ye û derbeyên giran li dagirkeran dixe. Di çalakiyên ku hêzên me li Zap, Metîna û Xakurkê li dijî dagirkeran pêk anîn de; 4 dagirker hatin cezakirin. Her wiha çekek A4 û çeperek hatin îmhakirin û derb li çekek obus jî hate xistin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyan û êrîşên dagirkeriyê ev agahî dan:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

  • 29’ê Îlonê di saet 08:50’an de derb li çeka obus a dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.
  • 29’ê Îlonê di saet 19.30’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.

Li herêma Metînayê;

  • 27’ê Îlonê di saet 20.45’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.

Li Herêma Xakurkê;

  • 28’ê Îlonê di saet 07.50’an de bi çekên giran li çeperê çeka A4 a dagirkerên li Qada Girê Şehîd Derwêş hate xistin. Di vê çalakiyê de çekek A4 û çeperê wê bi temamî hatin îmhakirin û 3 dagirkerên di hundirê çeperê de jî hatin cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî û bombeyên taktîk nukleer pêk anîn;

  • 24 û 25’ê Îlonê li hemberî tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, çekên kîmyewî ya bi rengê sor hatin karanîn. Di heman rojan de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi bombeyên taktîk nukleer hatin bombebaran kirin û carekê çeka kîmyewî hat bikaranîn.
  • 29’ê Îlonê di saet 07.20’an tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl carekê bi teqemeniyên qedexekirî, 3 caran jî bi dronên bi teqemiyan barkirî, hatin bombekirin.
  • 30’ê Îlonê di saet 05.40’an de tunelên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

  • 29’ê Îlonê Qada Berxwedanê Girê Bihar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 5 caran, Serê Metîna ya herêma Metînayê, Gundê Dergelê, qada Golkayê 5 caran; bi giştî 10 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
  • Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Xakurkê û Metînayê bi topan hatin bombekirin.”
Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bayik: ‘Erka me ya sereke misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye’

Nivîsa Pêş

Ji yekîneyên YCWK’ê çalakiyeke nû

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ji yekîneyên YCWK’ê çalakiyeke nû

Ji yekîneyên YCWK’ê çalakiyeke nû

QSD′ê 6 sîxurên ku ji dewleta Tirk re dixebitîn girt

QSD′ê 6 sîxurên ku ji dewleta Tirk re dixebitîn girt

Manşet

  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Ehmed li Kobanê hat oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkek di Roja Şeşemîn a Lîga Dibistanên Jinan de

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.