Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Nasnameya gerîlaya şehîd hate eşkerekirin

Edîtor: Nucan Serdoz
15/09/2023 - 17:00
di nav Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 147 mins read
A A
Nasnameya gerîlaya şehîd hate eşkerekirin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Hevrêya me Rojda Mahîr di Gulana 2023’an de di encama êrîşa dijmin a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû.

Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ku her roj bi qehremaniyeke mezin didome û bi saya keda bêhempa ya van lehengan, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn bi taybet ji bo gelê Kurd dibe hêviya azadiyê. Ev têkoşîna bi rûmet a jiyanê bêguman deyndarê hevrêyên me yên qehreman in ku her roj bi lehengî şer dikin û di vê rêyê de şehîd dibin. Bi saya fedekarî û hewldanên bêhempa yên şehîdên me, Tevgera me gihiştiye rewşa xwe ya pêşeng. Hevrêya me Rojda bû milîtaneke pêşeng a YJA Starê ku bi sekna xwe ya dilsoz û bi biryar di pêşxistina têkoşîna me de kedeke girîng da. Li her cihê ku têkoşiya, wê xeta jina azad pêk anî û her dem ev xet parast. Hevrêya Rojda di her kêliyê de hewl dida têkoşîna me mezin bike û ji boku fikrên Rêbertiya me bigihîne hemû jinan, wê mîsyona xwe ya pêşengtiyê bi serkeftî pêk anî.

lbata wê hêja ku milîtaneke bi qîmet a wekî heval Rojda li têkoşîna me ya azadiyê zêde kiriye di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Nasnameya hevala me Rojda Mahîr wisa ye:

Nasnav: Rojda Mahîr
Nav û paşnav: Hêvî Reşîd
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Navê dê û bav: Almas – Reşîd
Dîrok û cihê şehadetê: Gulana 2023’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Tevî zext, êşkence û êrîşên dagirkeriyê yên bi darê zorê jî, Efrîn yek ji wan herêman e ku çanda Kurd lê tê jiyîn û bi vê taybetmendiya xwe di her kêliyên dîrokê de bûye garantiya hebûna gelê me. Dagirker bi zanebûna vê rastiyê, her tim bi polîtîkayên taybet li hemberî gelê me yê li Efrînê dijîn, xwestine gelê me ji cewhera wê dûr bixîne. Gelê me yê Efrînê ku haya wan ji van meylên qirkirinê heye, xwedî li çand, ziman û nirxên xwe derket û wisa bersiv da. Dema wext hat çek hilda û li Çiyayê Kurmênc, Lêlûn û Çiyayê Hawarê li dijî dagirkeran şer kir. Gelê me yê Efrînê ku bi polîtîkayên dagirkeran ên parçekirina Kurdistanê dizane, ti carî xwe ji herêmên din ên Kurdistanê cuda nedîtiye. Da zanîn ku pirsgirêkên gelê me li her derê yek in û çareserî ancax bi têkoşînê dikare pêk were. Ji ber vê yekê li her cihê ku têkoşîna azadiya gelê me yê Kurdistanê hebû, gelê me yê Efrînê welatparêziya xwe ya kûr pêk anî û zarokên xwe yên herî hêja tevlî vê têkoşînê kirin. Gelê me yê Efrînê ku piştî hatina Rêbertiya me ya Rojhilata Navîn demeke kin dest bi naskirina Apoyiyan kir, hem di Rêbertiya me de hem jî di nav kadroyên PKK’ê de siberojeke azad dît û bi baweriyeke mezin li dora Partiya me bûn yek. Ligel ku têkoşîna me di salên xwe yên destpêkê de bû, li wê derê tu destkeftî tunebû jî gelê me yê Efrînê zarokên xwe yên herî hêja da têkoşîna me ya azadiyê. Bi fedekariyeke kêm tê dîtin, bi salan bêyî ku li benda tiştekî be, tenê bi baweriya ku wê gelê me ji pergala dagirkerî û mêtingeriyê rizgar bibe, têkoşiya. Gelê me yê Efrînê ku di vê têkoşînê de bi hezaran zarokên wê şehîd ketin, biryar da ku têkoşîna şehîdan mezintir bikin.

Hevrêya me Rojda weke endameke vî gelê hêja, di malbateke welatparêz de ku berdêla têkoşîna me ya azadiyê daye, hate dinê. Malbata hevrêya me Rojda jî weke gelek malbatên Rojava di salên 1980’î ​​de partiya me PKK û Rêber Apo nas kirin. Di salên destpêkê yên têkoşîna me de dilsoziya ku pêş ketiye bi demê re zêde bûye û êdî ev malbata me ya hêja bûye xelekeke girîng a ku xwedî li têkoşîna me azadiyê derketiye. Ji nav vê malbata hêja, di serî de Hevrê Xalid di sala 1992’an de tevlî nav refên gerîla bû û peywira xwe ya şoreşgeriyê anî cih. Hevrê Rojda ku bi tevlîbûna birayê xwe ya di nava refên gerîla de bandor bû, ji zarokatiya xwe ve bû heyrana gerîla. Dema ku gerîla hatin mala wan, heval Rojda gerîla ji nêz ve nas kir. Jiyana gerîla ya ku bi felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kir û ji bo azadiya gelê me bi fedekarî têkoşiya, hevaltî û nêzîkatiya gerîla ya li ba gel, bala hevrê Rojda kişand. Hevrêya me ya ku ji xwe re soz dabû ku wexta ku dema wê were, wê teqez tevlî nava refên gerîla bibe, ji ciwaniya xwe ve di nava xebatên ciwanên şoreşger û qada civakî de cih girt. Bi dilsoziya xwe ya di pêvajoyên ku tê de cih girtiye û bi dilsoziya xwe ya bi nirxên me yên azadiyê re hurmeta gelê me û hevrêyên xwe stend. Hevrêya me Rojda ku karaktera biryardariya cewherî ya jina Efrînî ku nûnertiya Neolîtîkê ya di roja me de dike, di kesayeta xwe de nîşan da, bi sekna xwe ya jiyanê û tevlîbûna xwe ya bêhempa bû pêşengeke gelan. Piştî pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava û destpêkirina êrîşên çeteyan ên li dijî destkeftiyên gelê me, hevrêya me Rojda di sala 2011’an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.Hevrêya me Rojda ya ku dizanibû parastina gelê me yê ku bi salan rêxistinkirina wê derbas kiriye, tenê bi têkoşîna gerîla pêkan e, ji bo vê jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Hevrêya me Rojda ya ku perwerdehiya xwe ya yekem di nav gerîla de dît, zû adepteyê jiyana gerîla û çiyayên Kurdistanê bû. Hevrêya me ya ku bi kesayeta xwe ya fedakar û mutewazî hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist, bi tecrubeyên rêxistinî û jiyanî yên bi salan bi dest xistî dest bi pêşengtiya hevrêyên xwe kir. Hevrê Rojda ku di dema perwerdehiyan de felsefeya Rêbertiyê ji nêz ve nas kir û fêm kir, ji bo her tesbîtek Rêber Apo di kesayeta xwe de bide jiyîn, kedeke mezin da. Bi taybetî jî tehlîlkirina Rêbertiya me ya li ser pirsgirêka azadiya jinê û îdeolojiya rizgariya jinê ku pêş xist, bû sedema bingehîn a têkoşîna hevrêya me Rojda. Hevrêya me Rojda ya ku di civakê de rolên ku ji jinan re tên dayîn nas kir û pê hesiya ku zîhniyeta serdest a mêr ji bilî koletiyê şansê jiyanê nade jinê, fêhm kir ku tenê bi xwe kûrkirina di xeta jina azad de dikare li dijî vê zihniyetê şer bike. Hevrêya me ya ku li ser vê bingehê xwe pêş xist û bû xwedî helwesteke layiqî nasnameya jina azad, bû milîtaneke pêşeng a PAJK’ê. Di heman demê de ji bo li dijî êrîşên li ser gelê me şerekî bi bandor bimeşîne di taktîk û şêwazê gerîlatiyê de xwe kûr kir. Hevrêya me Rojda li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser herêma Rojava ku destkeftiyê gel û qirkirin kiribûn hedef, berê xwe da Rojava. Bi beşdarbûna pêngavên destpêkê yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên li herêma Rojava, tola her kesê ku ji aliyê faşîzma DAÎŞ’ê ve hatiye çewisandin, bi taybet jinan hilgirt. Piştre bi alîkariya hin hevkaran komên çete êrîşî Şengalê kirin û li dijî gelê me yê Êzidî komkujî pêk anîn. Hevrêya me Rojda ji bo erka xwe ya parastina gel pêk bîne, derbasî Şengalê dibe. Heya têkçûna çeteyên DAÎŞ’ê li herêma Şengalê û rizgarkirina Şengalê şer kir. Hevrêya me Rojda ku di gelek pêngavên şoreşgerî de cih girt, bi cesaret û tevlîbûna xwe ya bê dudilî ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêz û moralê. Hevrêya me Rojda ya ku bi her derbeya ku li çeteyan dixist, tola jinên Êzidî yên hatin qetilkirin, destavêtin, revandin û firotin hilanî, bû yek ji hevrêyên me yên bi nirx ku di rizgarkirina Şengalê de keda wan heye. Hevrêya me Rojda ya ku piştî rizgarkirina Şengalê demekê li qadan ma, di xebatên qada civakî de cih girt û di rêxistinkirina gelê me yê Êzidî de xwedî erk bû. Bi taybetî ji bo hişyarkirina jinên Êzidî û ji bo jiyanek li ser bingeha felsefeya Rêber Apo bijîn kedeke mezin da. Hevrêya me Rojda ku li vir hezkirina gelê me qezenç kir, her tim ji bo bibe milîtanek layiqî gelê me têkoşîna xwe berfireh kir.

Hevrêya me ya ku piştî erka xwe ya li Şengalê bi serketî bi dawî kir vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi bêrîkirina xwe ya ji çiyayan re zû beşdarî xebatê bû. Hevrêya me ya ku weke rêgez bi coş û kelecaneke mezin her karê xwe bi serketî pêk tîne, bi şêwaza xebata xwe ya bi cidiyet û lêhûrbûyî teqez gihiştiye armanca xwe. Hevrêya me Rojda ku bi girîngî dayîna rêhevaltiyê tê naskirin, bi fedekarî û nêzîkatiya xwe ya rast a jiyanê, karî di dilê hemû hevrêyên xwe de cih bigire. Hevrêya me Rojda ku girêdana bi Rêbertiyê re bi ser her tiştî digire dest, weke nûnera xurt a pîvanên azadiya jinê, karîbû bibe milîtana pêşeng a partiya me PAJK’ê. Weke hevrêyên wê em soz didin ku em ê bîranîna hevrê Rojda di têkoşîna xwe de zindî bihêlin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: 4 dagirker hatin cezakirin, derb li 2 helîkopteran hate xistin

Nivîsa Pêş

‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî veguherî şoreşeke civakî’

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî veguherî şoreşeke civakî’

‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî veguherî şoreşeke civakî’

ROJEVA 8’Ê ILONÊ 2023’YAN

ROJEVA 16’Ê ILONÊ 2023’YAN

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.