Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Başûr

KCK: Em van êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a mêtinger qirker bi tundî şermezar dikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Edîtor: Nucan Serdoz
13/08/2023 - 13:24
di nav Başûr, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Nûçe, Rojava
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK: Tu eleqeya tevgera me bi vê êrîşê re tune.
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê li ser êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Piştî ku AKP-MHP jinûve bû desthilatdar, dewleta Tirk a mêtinger qirker êrîşên li ser gelê Kurd û hêzên azadiyê hîn bêhtir zêde kir û di nava çend hefteyên dawî de hem li Rojava hem jî li Başûrê Kurdistanê gelek mirovên me şehîd bûn. Em van êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a mêtinger qirker bi tundî şermezar dikin. Ji malbatên kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

HEWLÊR Û BEXDA BÊDENG IN

Li hemberî van êrîş û komkujiyên dewleta Tirk hin saziyên demokratîk û welatparêz nerazîbûnê nîşan didin, lê belê di serî de yên xwedî berpirsyarî, dewlet û saziyên navneteweyî li hemberî van êrîşên dewleta Tirk bêdeng in. Ev helwesta saziyên berpirsyar û dewletan nayê qebûlkirin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker bi têgihiştina xwe ya dijminatiya li Kurdan qanûn û hiqûqê binpê dike û li her derê bênavber êrîş dike û komkujiyan pêk tîne. Tenê vê hefteya dawî li Başûrê Kurdistanê di êrîşên bi balafirên keşfê de gelek mirovên me hatin qetilkirin. Lê belê ne hikumeta Başûrê Kurdistanê ne jî dewleta Iraqê li hemberî vê yekê nerazîbûnê nîşan didin. Di serî de hikumeta Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê divê li ber van êrîşan rabin û pêşî li êrîşan bigirin. Bêdengî û xemsarî tê wateya hevkariya bi komkujî û êrîşên dewleta Tirk re. Ev rewş bi taybetî ji bo hikumet û siyaseta Başûrê Kurdistanê derbas dibe. Yên ku li hemberî qetilkirin, kuştina Kurdan dengê xwe nakin, nerazîbûnê nîşan nadin, gelo çawa dikarin bibêjin ku ew Kurd in û gelê Kurd temsîl dikin? Ev helwest nayê qebûlkirin. Bi qasî hikumeta Başûrê Kurdistanê rêxistin û partiyên Kurdan jî ji vê rewşê berpirsyar in û divê bikevin nava liv û tevgerê, helwestê nîşan bidin.

SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ DIVÊ NEBIN ŞIRÎKÊ KOMKUJIYAN

Dewlet û saziyên navneteweyî jî li hemberî van êrîşên dewleta Tirk a dagirker nerazîbûnê nîşan nadin. Dewleta Tirk a mêtinger qirker di serî de li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê li her derê êrîş dike, her roj Kurdan qetil dike, lê ev dewletên navborî bi dewleta Tirk re bi rengekî bêperwa têkiliyên li ser berjewendiyên aborî û siyasî datînin. Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya li gelê Kurd ne ya qebûlkirinê ye. Em careke din bang li van dewletan û saziyên navneteweyî dikin ku dest ji vê helwesta xwe berdin ku hebûn û nirxên gelê Kurd ji nedîtî ve tên, nebin şirîkê êrîş û komkujiyên dewleta Tirk, li hemberî van kiryaran helwestê nîşan bidin.

DIVÊ HELWESTEKE XURT BÊ NÎŞANDAN

Dewleta Tirk a mêtinger û qirker bi zanebûn û ji bo berevajîkirina rastiyan welê nîşan dide ku mîna ev êrîş li dijî PKK’ê ne. Xayinên ku ji bo berjewendî û serwetê bi dewleta Tirk re tevdigerin, bi nêzîkatiyeke bi vî rengî hewl didin xiyaneta xwe veşêrin. Êrîşên dawî yên li Başûrê Kurdistanê careke din raxist pêş çavan ku armanca dewleta Tirk tunekirina hebûna Kurdan e. Li hemberî vê yekê girîng e welatparêz, saziyên demokratîk, rewşenbîr û hunermendên Kurd helwesteke xurt nîşan bidin, zexta siyasî li berpirsyaran bikin û wan neçar bihêlin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Gelê Kurd û dostên wan jî divê li her derê nerzîbûna xwe nîşan bidin, bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî ya li hemberî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk şermezar bikin û nîşan bidin ku nêzîkatiyeke bi vî rengî nayê qebûlkirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla TV çalakiyekê li Girê Hakkarî weşand

Nivîsa Pêş

HPG: Li Zapê 5 dagirkerên din bi destê Gerîlayên YJA Starê hatin cezakirin, mobeseyek hate rûxandin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPG: Li Zapê 5 dagirkerên din bi destê Gerîlayên YJA Starê hatin cezakirin, mobeseyek hate rûxandin

HPG: Li Zapê 5 dagirkerên din bi destê Gerîlayên YJA Starê hatin cezakirin, mobeseyek hate rûxandin

Şehîd Rêzan û Şehîd Bawer Botan bi merasîmeke girseyî hatin oxîr kirin

Şehîd Rêzan û Şehîd Bawer Botan bi merasîmeke girseyî hatin oxîr kirin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.