Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Nûçe Kurdistan Bakur

Ji Qendîlê heta Dersimê têkoşîneke destanî ya 22 salan

Edîtor: Nucan Serdoz
12/06/2023 - 13:30
di nav Bakur, Biranîna Şehîdan, Daxuyanî, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 55 mins read
A A
Ji Qendîlê heta Dersimê têkoşîneke destanî ya 22 salan
ParvekeTweet

BEHDINAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Fermandarê fedaî yê Apoyî hevrêyê me Zerdeşt, dema ku di asta endametiya fermandariya herêma Garê wezîfe dikir, di 4’ê Cotmeha 2022’an de di êrîşa dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Zerdeşt ji Xinêre heta Zapê, ji Qendîlê heta Dersimê, ji Derya Reş heta Garê 22 salan li ser xeta fedaîtiyê mîna stranekê têkoşîneke destanî meşand. Milîtaniya fedaî ya Apoyî û daxwaza têkoşînê ya hevrê Zerdeşt wê ji hevrêyên wî re bibe mînak, armancên ku wê di oxira wan de bi fedaîtî têkoşiya wê teqez bi ser bê xistin.

Bila serê malbata hêja ya hevrêyê me Zerdeşt, xelkê Elbakê yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Zerdeşt Agir bi vî rengî ne:

Nasnav: Zerdeşt Agir
Nav paşnav: Ayvaz Beyaz
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Şaristan-Kazim
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2022 / Garê

Hevrêyê me Zerdeşt Agir li gundê Xokanê yê navçeya Elbak a Wanê di sala 1984’an de ji dayik bû. Weke ferdekî eşîra Ertûşî li nava malbateke welatparêz mezin bû ku gelek tevlîbûn ji malbatê li nava refên têkoşîna azadiyê bû û şehîd da. Kurê metka wî di sala 1999’an de li Qelqelî ya Wanê, pismamê wî hevrêyê me Welat jî di sala 2007’an de li Botanê şehîd bû. Hevrêyê me Zerdeşt ji ber têkoşîna gerîla ya li herêmê, di zarokatiyê de partiya me nas kir û ji bo tevlî nava têkoşîna azadiyê bibe kete nava hewldanan. Li dibistanên dewleta Tirk heta dibistana seretayî xwend, piştre terikand. Di sala 1999’an de li dijî komploya navneteweyî ya ku di şexsê Rêber Apo de weke êrîşa herî mezin a qirkirinê li gelê Kurd hate ferzkirin, bi kîn û hêrs bû. Mîna her Kurdekî bi rûmet xwedî li Rêber Apo û têkoşînê derket, bi hestên neteweyî xwe bi rengekî çalak tevlî têkoşînê kir. Dema ku li hemberî Rêbertî komplo hate kirin, dijminê xafîl tenê çend meh temen da tevgera Apoyî. Li dijî vî dijminê xafîl, hevrêyê me Zerdeşt tevlî nava refên gerîla bû û bersiva herî bi wate da.

Hevrêyê me Zerdeşt sala 2000’î tevlî nava refên Partiyê bû, li qada Xinêre tevlî perwerdeya destpêkê ya gerîla bû û dest bi pratîkê kir. Du salan li Xinêre pratîk kir, piştre dawiya sala 2001’ê ji bo bibe fedaiyekî Apoyî û meşa şoreşê li ser xeta fedaîtiyê bimeşîne beşdarî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Hevrê Zerdeşt ji perwerdeya bi zehmet derbas bû, gihîşt formasyon û asteke girîng. Bi biryardariya ku bibe fedaiyekî Apoyî ji Qendîlê heta Zapê li qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi berpirsyariyên cuda rabû. Hevrê Zerdeşt di her karî de her tim serketin danî ber xwe, ji bo vê hewl da û sala 2006’an berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Derbasî qada Dersimê bû, li vê derê tevlî nava pratîkê bû. Ji sala 2006’an heta 2009’an li Dersimê pratîk kir, beşdarî gelek çalakiyan bû, detayên gerîlatiya Bakur hîn bû û di pratîkê de bi pêş ket, bû hosta.

Hevrêyê me Zerdeşt her tim xwe li pêşberî hevrêyên xwe yên şehîd deyndar dît, bîranîna wan ti carî ji bîr nekir, jibîrkirina şehîdan weke xiyanetê dît û hewl da hêjayî artêşa me ya şehîdan a nemir bibe. Ev gotinên ku ji dilê hevrêyê me Zerdeşt derbasî pênûsê bû û li ser şehîdan nivîsî, bû helbest, bû dîrok:

‘JI ASOYAN RE

Bikene ey welatê min ê bedew

Girî li zarokên êgir

Li rûyên destanî nayê

Ew zarok, ku

Di bedena xwe de ronahî hilgirtin

Minet nekir

Li înkar û munafiqan

Li desthilatdariya wan

Ne li ser pişta hespekî esîl

Xwe li çarmixê xistin

Xwe gihandin ezmanan û destanan

Mîna kirasekî ji berbangê

Li xwe kirin

Û nemir bûn

Di dilê gel û hevrêyên xwe de’.

Di sala 2009’an de bi pêşengiya fermandarê efsanewî hevrê Celal Başkale weke komeke pêngavî derbasî qada Derya Reş bû. Li vê derê têkoşîneke bênavber meşand, bi îradeyeke mezin, bi sebir, daxwaz, jêhatîbûneke bêhempa, performanseke bilind a leşkerî gerîlatiyeke welê hate meşandin ku mohra xwe li demê xist. Yek ji kedkar û milîtanên fedaî yên vê pêvajoyê ku fermandar Celal Başkale bi rêxistin kir û fermandarî jê re kir, hevrêyê me Zerdeşt bû. Hevrêyê me di nava jiyana şoreşgerî de navê xwe kir Zerdeşt Agir, di nava hevalên xwe de ji ber warê xwe weke Zerdeşt Başkale û ji ber qada xwe ya pratîkî weke Zerdeşt Karadenîz dihate naskirin. Piştî karekî serketî yê çar salan ê li Derya Reş di sala 2012’an de derbasî Dersimê bû. Heta sala 2015’an li qadên cuda yên Dersimê bi berpirsyarî rabû, piştre jî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû.

Hevrêyê me li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz tevlî pêvajoya perwerdeyê bû, pratîka xwe ya li Bakurê Kurdistanê nirxand, rexnekirin û rexnedayina vê pratîkê bi xurtî da, dersên girîng jê wergirt, tecrûbe, danhevî û dersên jê wergirtî bi hevrêyên xwe re parve kir. Piştî perwerdeyê tevlî nava karên Hêzên Taybet bû, li qadên cuda wezîfe kir û hemû jî bi serketî bi cih anî. Hevrêyê me Zerdeşt her tim dixwest derbasî qadên nû bibe, pêngavên nû bi cih bîne, her tim da pey gerîlatiya afirîner a bêsînor.

Bi kesayetiya xwe ya dilnizm a derwêşane tevlî her karî bû, cudahî nexist navbera karên biçûk an jî mezin, ji karê herî biçûk ê li nava jiyanê heta bi çalakiya gerîla, perwerdekirina hevrêyên xwe bi moral û fermandariya herêmê, di her karî de kedeke mezin da. Hevrê Zerdeşt di nava derya têkoşîn û wateyê ya PKK’ê de xwe weke dilopekê pênase kir û hewl da di nava vê deryayê de rola xwe bi serketî bi cih bîne. Hevrêyê me Zerdeşt li Garê di asta endametiya fermandariya qadê de wezîfe kir. Di 4’ê Cotmeha 2022’an de di encama êrişa dijmin de şehîd bû.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG: 5 dagirkerên tevlî operasyonê bûn û dar dibirîn, hatin cezakirin

Nivîsa Pêş

Perwerdeya tenduristî di çarçoveya xebatên “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Perwerdeya tenduristî di çarçoveya xebatên “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî”

Perwerdeya tenduristî di çarçoveya xebatên "Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî"

ROJEVA 10’Ê HEZIRANÊ 2023’YAN

ROJEVA 13’Ê HEZIRANÊ 2023’YAN

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5’Ê ADARÊ 2023’YAN

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.