Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KCK’ê ji bo qurbaniyên felaketa li taxa Şêxmeqsûd a Helebê û komkujiya li Mêrdînê peyameke sersaxiyê weşand

Hevserokên Konseya Rêveber a KCK peyameke weşand û ji bo wan 16 kesan ku bi hilweşandîna avahiye jiyana xwe ji dest dan li malbbatên û xelkên Şêxmeqsûd li Helebê sersaxiyê dixwast. Hevserokên Konseya Rêveber a KCK jî li ser qetliyama Mêrdîn nirxandin kir û digot: "Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku di vê mijarê de baldar be û ji bo eşkerebûan rastiyê bûyerê bişopîne."

Edîtor: Nucan Serdoz
23/01/2023 - 11:00
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK’ê ji bo qurbaniyên felaketa li taxa Şêxmeqsûd a Helebê û komkujiya li Mêrdînê peyameke sersaxiyê weşand
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokên Konseya Rêveber a KCK peyameke weşand û ji bo wan 16 kesan ku bi hilweşandîna avahiye jiyana xwe ji dest dan li malbbatên û xelkên Şêxmeqsûd li Helebê sersaxiyê dixwast. Hevserokên Konseya Rêveber a KCK jî li ser qetliyama Mêrdîn nirxandin kir û digot: “Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku di vê mijarê de baldar be û ji bo eşkerebûan rastiyê bûyerê bişopîne.”

Peyama Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wiha ye:

“Li gorî daxuyaniyên ji raya giştî re hatin ragihandin, li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji ber hilweşîna avahiyekê 16 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes bi birîndarî hatin rizgarkirin û gelek jî hînê di binê enqazê de ne. Vê bûyera giran xelkê me yê Heleb û Şêxmeqsûdê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya gelê Kurdistanê êşandiye. Vê bûyerê em gelekî êşandiye. Lewma hemxemiya xwe parve dikin, ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin. Bila serê xelkê me yê Şêxmeqsûdê, xelkê me yê li Helebê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Em ji birîndaran re jî şîfa xêrê dixwazin. Hêvîdar in ku wê hejmara qurbaniyan zêde nebe, yên di binê xirbeyan de mane jî bi saxî bêne rizgarkirin.

Xelkê me yê li Heleb û Şêxmeqsûdê heta niha di nava zor û zehmetiyên giran de li hemberî êrîşan, li hemberî birçîbûn, hilweşîn û bêderfetiyê de berxwedaneke mezin kirin û bi saya vî ruhê xwe yê berxwedêr zor û zehmetî hemû ji ber xwe rakir. Xelkê me yê li Heleb û Şêxmeqsûdê di mijara piştevanî û jiyana komunal de pratîkeke bi mînak nîşan da. Em di wê baweriyê de ne ku xelkê me yê li Şêxmeqsûdê wê vê bûyera giran a ku em hemû êşandiye bi vî ruhî û van hestan, bi xwedîderketina li hev wê derbas bike. Em careke din ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, ji gelê Kurdistanê, xelkê me yê li Şêxmeqsûd û helebê û tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re sersaxiyê dixwazin, êşa wan parve dikin.

DI KOMKUJIYA MÊRDÎNÊ DE DIVÊ RASTÎ BÊNE EŞKEREKIRIN

Yek ji bûyerên ku gelê Kurdistanê gelekî êşand, êrîşa li Mêrdînê bû ku di encamê de pênc mirovên me yên ji Başûrê Kurdistanê hatin qetilkirin. Bila rehma xwedê li her pênc mirovên me be yên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan û serê malbatên wan û tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Ev komkujî divê teqez weke komkujiyekê bê dîtin. Heta niha li Mêrdînê bi dehan Kurd ên welatparêz bi destê çete û kontrayan hatin qetilkirin. Gelê Kurdistanê baş zane ku ev komkujî jî ji aliyê dewleta Tirk û desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ve bi destê kontrayan hatine kirin. Mîna ku Hêzên me yên Parastina Gel eşkere kir, gelek nîşaneyên şênber û xurt hene ku radixin pêş çavan, ku ev komkujî jî ji aliyê AKP-MHP’ê û bi destê kontrayan hatiye kirin. Pênc kesên hatin qetilkirin bi welatparêziya xwe têne naskirin. Eşîra Rêkanî eşîreke ku bi welatparêziya xwe tê naskirin û gelek şehîdên xwe hene. Ji xwe dewleta Tirk biryara nepenîtiyê li ser dosyayê danî û bi vî rengî pêşî li eşkerebûna rastiyê girt. Balkêş e ku PDK û medya PDK qet li ser vê nesekinî û komkujî weke êrîşeke ji rêzê nîşan da, bi vî rengî hewl da bûyerê bibihurîne. Helwesta PDK’ê û medya PDK’ê xizmetê ji nixumandina rastiyê re dike. PDK divê ji ber têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirk re nekeve nava nêzîkatiyeke bi vî rengî. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku di vê mijarê de baldar be û ji bo eşkerebûan rastiyê bûyerê bişopîne.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK ji bo salvagera 77’emîn a Komara Kurd a Mehabadê peyamek weşand

Nivîsa Pêş

Çeperên ku artêşa Tirk li pey xwe hiştin: “Diyar e ku ji nişka ve xwe vekişandine”

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Çeperên ku artêşa Tirk li pey xwe hiştin: “Diyar e ku ji nişka ve xwe vekişandine”

Çeperên ku artêşa Tirk li pey xwe hiştin: "Diyar e ku ji nişka ve xwe vekişandine"

HPG: Bi çarlakiyên gerîlayên azadîya Kurdistan dargirkerek hate cezakirin

HPG: Bi çarlakiyên gerîlayên azadîya Kurdistan dargirkerek hate cezakirin

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.