Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN – HPG: Di çalakiyên tîmên bi tevger de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Di çalakiyên tîmên bi tevger de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, çeperek û mobesseyek hate rûxandin. Derb li helîkoptereke êrîşê û kepçeyekê hate xistin.

Edîtor: Nucan Serdoz
13/07/2022 - 14:59
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Nûçe Lezgîn
Reading Time: 4 mins read
A A
Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA STAR’ê ji Bakur heya Başûr bê navber dewam dikin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye;

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li hemberî êrîşên mêtingeran berxwedana dîrokî mezin dikin û xwe ji kevneşopiya esîl a têkoşîna me ya azadiyê xwedî dikin, ji bo silavkirina Berxwedana 14’ê Tîrmehê çalakiyan dewam dikin. Di encama van çalakiyan de ku ji aliyê tîmên me yên bi tevger ve bi afirîneriyeke mezin hatin kirin, 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek û mobesseyek hatin îmhakirin, sîstemeke kamera ya mobesse û 2 cîhazên UPS desteser kirin, derb li helîkoptereke êrîşê û kepçeyekê xistin.

Artêşa Tirk a dagirker 20 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan, 7 caran bi balafirên şer, 18 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên giran bombe li Qadên Berxwedanê barand.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

– 12’ê Tîrmehê saet di 14:10’an de li derdora Girê Şehîd Şahan ê Xakurkê, li dijî dagirkeran çalakiyên serdegirtinê hatin lidarxistin. Li girê ku dagirkeran vala kiribûn çeperek û sîstemeke kamera ya mobesse hatin îmhakirin, sîstemeke kamera ya mobesse û 2 cîhazên UPS hatin desteserkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

12’ê Tîrmehê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndara, li dijî dagirkerên ku çeper çêdikirin, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran çalakî kirin. Di encamê de derb li kepçeyekê hate xistin û karê çêkirina çeperê hate rawestandin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

12’ê Tîrmehê saet di navbera 07:00-09:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan bombe li çeperên şer hatin barandin. Dagirkeran xwestin cara sêyemîn bombardûmanê bikin, lê vê carê hêzên me bi rêbaza sabotajê li wan dan û 2 dagirker ceza kirin.

12’ê Tîrmehê saet di navbera 11:00-13:10’an çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 6 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin. Piştre jî tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê dest li dagirkeran werdan û dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

12’ê Tîrmehê saet di 14:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hêzên me bi sûîqestê li dagirkeran xistin û dagirkerek ceza kirin.

12’ê Tîrmehê saet di 19:10’an de li dijî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hêzên me bi sabotajê çalakî kirin.

12’ê Tîrmehê saet di 23:40’î de li Qada Berxwedanê ya Girê FM, hêzên me li helîkopterên êrîşê reşandin. Derb li helîkopterekê hate xistin û neçar ma ji qadê biçe.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û teqemeniyan;

12’ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê Şikefta Birîndara çeperên şer 5 caran bi çekên kîmyewî, teqemeniyan û bombeyên fosforê hatin bombekirin.

12’ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî çeperên şer 2 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

12’ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çeperên şer 3 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

13’ê Tîrmehê, serê sibehê çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Karker 2 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Hate tespîtkirin ku hin ji van çekên kîmyewî yên ji aliyê dagirkeran ve hatin bikaranîn bi rengê sor, gewr, hinek ji wan bêreng bû; van madeyên kîmyewî qirika mirovan dişewitînin û sînga mirovan dixitimînin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi obus, helîkopterên êrîşê û balafirên şer wiha ne;

12’ê Tîrmehê drone li ser qadên berxwedanê yên Girê Hakkarî û Kurojahro geriyan.

12’ê Tîrmehê li Garê derdora gundê Sêdarê, li Xakurkê Sinînê û li Zapê jî qadên Saca û Çemço 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

12’ê Tîrmehê qadên berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amediyê, Girê Hakkarî, Kurojahro û Werxelê 18 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

10 û 12’ê Tîrmehê Girê Hakkarî û Girê FM ên Metînayê, derdora gundên Hirorê û Kêste ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

Di bombardûmanên dagirkeran de xisara madî li bax û baxçeyên xelkê me yê Başûrê Kurdistanê bû.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Malbata Şenyaşar: Yên ku li hemberî qîrînên ji bo edaletê bilind dibin, bê deng bimînin wê winda bikin

Nivîsa Pêş

TAYBET – Jinên Ciwan ên herêma Rizgarkirî: Dixwazin bi polîtîkayên şerê taybet, me lawaz bikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
TAYBET – Jinên Ciwan ên herêma Rizgarkirî: Dixwazin bi polîtîkayên şerê taybet, me lawaz bikin

TAYBET - Jinên Ciwan ên herêma Rizgarkirî: Dixwazin bi polîtîkayên şerê taybet, me lawaz bikin

Şêniyên Kobanê şehîdên xwe oxir kirin

Şêniyên Kobanê şehîdên xwe oxir kirin

Manşet

  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”
  • Mîtînga Ji Bo Piştgiriya Rojava Li Floransayê
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.