Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

TAYBET – Jinên Ciwan ên herêma Rizgarkirî: Dixwazin bi polîtîkayên şerê taybet, me lawaz bikin

Jinên Ciwan ên herêma Rizgarkirî: Dewlet û zihniyeta zilamsalar bi êrîşên şerê taybet û êrîşên dagirkeriyê gel û civaka me bitirsînin. Ji ber vê jî di nava civakê de di hemû aliyan de dixwazin bê exlaqiyê bi pêşbixînin.

Edîtor: Nucan Serdoz
13/07/2022 - 17:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 7 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Ev nakokiyê civakî hemû li ser hebûna jinê ava bûne. Windakirina  jinê di vê wateyê de pir bi kok û hebûniye. Berdewamiya pergala zilamsalarî ya desthilatdar bi rewşa jinê ya wek çîn, netew û cinsê yekem ku hatiye mêtîngeh kirin û perçiqandin re bi berdewamiya vê rewşê re dikare xwe li ser piyan bigire. Dîroka desthilatdariya zilam, li ser esasê milkirina hilberîn û berhemdariya jinê re pêş ket. Yek ji polîtîkayên ku zilam karibe xwe li ser jinê serwer bike jî zewaca temen biçûke. Zewaca di temenê biçûk de diyardeyeke civakî ye ya zewaca keçan di temenê biçûk de, ango di bin 18 saliyê de, beriya ku bigihên mezinbûna laşî û derûnî ye. Zewaca zarokan rê li ber tundî, îstîsmar û bazirganiya zarokan ya herî xerab vedike. Bi awayên cuda bandorê li jin û keçan, malbat û civakên wan dike û bandorên neyênî li ser hemû aliyên jiyana jinan dike, ji civakî, aborî û tenduristî heta perwerdeya jinan. Ji ber vê yekê zewaca di temenê biçûk de weke binpêkirina mafê mirovan û zarokan tê dîtin, keçan ji paşerojeke ku tê de xeyalên xwe pêk bînin bêpar dihêlin û çerxa zext û ziyana li ser jinan di civakê de bi hêz dike.

Li ser van mijaran endam û rêveberiyên Yekîtiya Jinên Ciwan ên herêma Rizgarkirî ji ajansa me re axivîn.

Destpêkê endama Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Tebqayê Şeza El-Elî axivî. Şaza wiha dest bi axaftina xwe kir; “Navê min Şeza ye, cihê xwe di Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Tebqayê de digirim. Em îro dibînin di nava civakên me de zewaca temen biçûk bi awayekî zêde wekî çandekê belav bûye. Hin malbat di temenekî biçûk de keçên xwe didin zewcandin, da ku ji barê aborî ya ji ber şer û rewşa ku em di civaka xwe de jiyan dikin xilas bibin. Ji bilî wê jî jinên ciwan ji aliyê perwerdehiyê ve bê par mane, li piraniya deveran dibistan û peymangehên keçan nînin, lewma malbat meyla zewaca bi wan re dike. Tu pîvanekî exlaqî jî nîne ku dewlet an jî sîstema desthildar li hemberî wê pê bisekine. Helbet ev yek ji bo jinên ciwan encamên derûnî, bedenî û civakî yên ku li ser jiyana wan bandorên neyînî dike tîne, di pêşerojê de jî bandorê li zarokan dike. Hin ji wan keçan jî, ji zext û berpirsiyariya zêde, dibin sedema reva ji zewacê an jî xwekuştinê. Ji aliyê aborî ve jî em amaje bi wê yekê dikin ku jin ji ber şert û mercên aborî yên heyî yên di nava şer de, barên aborî yên ne li gorî temenê wan didin destê wan.”

Şaza di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku erka her jinek ciwane ku xwe û civaka xwe bi rêxistin bike û got; “Îro weke tevgera ciwanan û Yekîtiya Jinên Ciwan li herêma Tebqayê erka me ye ku em komên ciwan û jinên ciwan ve, di vê civakê de bi rêxistin bikin û em hewl didin xwe bigihînin beşa herî mezin a van jinên ciwan û hewl bidin wan di warê derûnî û civakî de hişyar bikin. Ji ber ku encamên wê li ser civakên me û bi taybetî jî li ser jinan xeteriyan dide avakirin, pêwîste di demeke nêz de ev bê çandiya zewaca temen biçûk ji holê bê rakirin. Îro weke Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Tebqayê derbarê pirsgirêkên zewaca di temenê biçûk, xwekuştin û hemû pirsgirêkên jinan de me gelek kampanyayên hişyarkirinê li darxistin. Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku bi armanca bi rêxistinkirina jinan, rizgariya ji van pirsgirêkan û avakirina qadekê ji jinên ciwan re, ku karbin divê qadê de kesayeta xwe pêş bixin. Dîsa herî dawî ji hemû jinên ciwan re dibêjim ji bo ku hûn karbin xwe ji van pirsgirêkan xilas bikin, werin xwe di nava Yekîtiya Jinên Ciwan de bi rêxistin bikin.”

Her wiha li ser polîtîkayên şerê taybet ku dewlet li ser ciwan û jinên ciwan dide meşandin, Beyda El-Xidir axivî û diyar kir ku dewlet tenê bi fîzîkî êrîş nake, êrîşên xwe herî zêde bi riya şerê taybet dike.

Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Tebqayê Beyda El-Xidir jî diyar kir ku dijmin ne tenê ji aliyê erdnîgarî ve êrîşan pêk tîne, di şerê taybet de jî bi rêya fihuş û Madeyên Hişbir êrîşan pêk tîne, ciwan û bi taybet jinên hedef digire û got; “Rêjeya îstîsmarê di nav jinan de zêde dibe û tiryak di warê fizîkî de jinên ciwan dikuje, piştî kişandina yek an du dozan ew kes ser hişê xwe diçe û xwe difiroşe. Jinên ku tiryakê îstîsmar dikin dema ku doz di destê wan de namîne, ji bo xatirê tiryakê diçin karê fihûşê dikin. Divê rola me wek jinên ciwan çareseriyekê ji van pirsgirêkan re bibînin, divê em semînarên xwe yên hişyariyê di nav civakê de zêde bikin. Ji ber ku girtîgeh xelete û ne çareserî ye. Em wek jinên ciwan divê dest bi kampanyayên hişyariyê ji van polîtîkayan bikin.”

Heman demê de Meryem Ebdullah endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê û gundewarê wê jî destnîşan kir ku  jinên ciwan wê li kêleka gerîla cihê xwe di nava berxwedanê bigirin û got; “Êrîşên ku li dijî gerîla hatine destpêkirin, me hemûyan bihîstiye. Em wekî Yekîtiya Jinên Ciwan van êrîşan red dikin, ji ber ku em rastiya dijmin baş fêm dikin û em dizanin ew ji bo çi êrîş dike. Dijmin dixwaze gel di rewşeke tirsan û stû tewandî de bibîne, lê em weke jinên şoreşger ji bo parastina civakê û parastina gelê xwe emê destê xwe bixin destê gerîla. Emê nehêlbin dewleta faşîst axa me dagir bike. Emê wekî Yekîtiya Jinên Ciwan bi çalakiyên xwe rastiya dijmin bi gel bidin nasîn û ji dijmin re îspat bikin ku em gelekî berxwedêrin. Em wekî jinên ciwan divê bibin kesayetên rêxistinî ku xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan perwerde kiriye, da ku karbin li hember hemû pirsgirêkên civakî bibin çareserî. Herî dawî dixwazim bêjim, divê em wekî jinên ciwan, piştgiriya berxwedana gerîla bikin û em bi hevre li dijî dagirkeriyê bisekinin.”

 

NC// Rojbîn Ereb

 

 

   .

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – HPG: Di çalakiyên tîmên bi tevger de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Nivîsa Pêş

Şêniyên Kobanê şehîdên xwe oxir kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Şêniyên Kobanê şehîdên xwe oxir kirin

Şêniyên Kobanê şehîdên xwe oxir kirin

TAYBET – Mehmûd El-Yetîm: Em ji bo serkeftinên mezin jiyan dikin

TAYBET - Mehmûd El-Yetîm: Em ji bo serkeftinên mezin jiyan dikin

Manşet

  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.