Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

TAYBET – Mehmûd El-Yetîm: Em ji bo serkeftinên mezin jiyan dikin

Berdevka Desteya Werzîş û Ciwan Mehmûd El-Yetîm diyar kir ku ciwan bi gerîla re hene û wê bi gerîla re bi serbikevin. Her wiha destnîşan kir ku ciwan ji bo serkeftinên mezin jiyan dikin.

Edîtor: Nucan Serdoz
13/07/2022 - 21:00
di nav Ciwan, Ciwanên Kurdistanê, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
TAYBET – Mehmûd El-Yetîm: Em ji bo serkeftinên mezin jiyan dikin
ParvekeTweet

TEBQA – Dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê ji 17’ê Nîsanê de, li ser Herêmên Parastina Medyayê, êrîşên dagirkeriyê dane destpêkirin. Dewleta Tirk ya dagirker ji bo şikandina îradeya Gerîlayên Azadiya kurdistanê hemû hêza xwe seferber kiriye. Lê belê li hember tevahî êrîşên ku tên kirin, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku bi rihê Kemal û Mazlûman têkoşîn dikin, berxwedanekî bê hempa raber dikin, bê navber derbeyên giran li hêzên dagirker dixin. Di heman demê de ev berxwedana gerîla ji çiya derbasî tevahî bajar û herêmên Kurdistanê bûye. Li bajarên Kurdistanê jî di pêşengtiya ciwanan de bê navber li dijî dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê çalakî tên li darxistin.

Ciwanê bi navê Mehmûd El-Yetîm diyar kir ku berxwedana gerîla îro ji bo tevahî mirovahiyê bûye sembola jiyana azad. Ji bo jiyanakî azad û demoqrat herkes berxwedana gerîla ji xwe re esas digire. Ji ber îdeolojiya ku gerîla li ser wê li berxwe dide Netewa Demoqratîke dewam kir û got; “Eger berxwedana gerîla bi sernekeve em jî bi sernakevin, eger gerîla nebe ciwan jî tune ne, azadî û demoqrasî jî bê gerîla nabe, ev berxwedan berxwedana hebûn û tunebûnê ye. Xeta ku ciwantî li ser ava bûye, îdeolojiya Netewa Demoqratîk û biratiya gelan e.”

Berdevka Desteya Werzîş û Ciwan Mehmûd El-Yetîm wiha dest bi axaftina xwe kir; “Bi navê ciwanên Tebqa û bi navê hemû ciwanên şoreşger, berxwedana gerîla ya li Zap û Avaşînê li dijî artêşa Tirk ya dagirker silav dikim. Ji bo ku hêzên dagirker berxwdana gerîla têkbibin, hemû çek û teknîkên qedexekirî bikaranîn. Li hember dewleta duyemîn ya NATO’yê dewleta Tirk, gerîla bi çekên ferdî û derfetên kêm, bi îradeya serkeftinê û berxwedanê şer dike. Gerîla heya kêliya niha jî her kariye li hember teknîka giran ya dewleta Tirk ya faşîst serkeftinên mezin bi dest bixe.”

‘Hemû hêzên hegomanîk li ser tunekirina gerîla li hevdu dikin’

“Armanca dewleta Tirk ya faşîst ne tenê dagirkirina çiyayên Garê û Avaşînê ye, armanca wî ya sereke pêkanîna xeyalên Osmaniyan e. Dixwaze careke din Împratoriya Osmaniyan zindî bike. Lê belê li hember wê, îdeolojiya Netewa Demoqratîk gerîla ber bi serkeftinê ve dibe. Bila herkes bizanibe ku rêgeza gerîla Netewa Demoqratîk e. Ji ber vê jî divê herkes bizanibe ku mafê wan ya jiyankirina di welatekî azad de heye, ne ji mafê tu hêz an jî dewletê ye ku were desthildariya xwe li ser civakê bide meşandin. Bi taybet di Rojhilata Navîn de hêzekî wisa ku were dagirkeriyê bike, li pêş çavê cîhanê rawa tê dîtin. Mirov dikare vê şerê ku niha jî li dijî gerîla tê kirin, bi vê bide girêdan, ji ber ku gerîla ev desthildarî û dagirkerî qebûl nekirî, li dijî wê têkoşîn dike, ji bo vê hêzên mêtînger ji gerîla tirsiyan, hemû li ser tunekirina gerîla li hevdu dikin.”

‘Gerîla herêmên me kiri, cihê berxwedanê yên herî mezin’

“Îro jî em dibînin çawa ku dewleta Tirk li hember gerîla bi binket, ji ber vê jî berê êrîşên xwe daye herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, dixwazin ewlehiya herêma me têk bibin. Dixwazin bajarê Minbicê dagir bikin, ji ber ku ev herêm jî wekî herêmekî rawa tê dîtin. Ji ber hesabên navdewletî û bazarên ku tên kirin, li pêş çavên wan ev herêm wekî herêmekî lawaz tê dîtin. Lê belê berxwedana hêşt ku ev herêm bibe keleha berxwedanê ya mezin.”

‘Em ji bo serkeftinên mezin jiyan dikin’

“Em wekî ciwanên bajarê Tebqayê moral ji serkeftinên gerîla digirin, armanca me jî ewe ku em vê moral û rihê li her derê belav bikin. Hertim armanca me ya yekemîn bi dest xistina serkeftinên mezinin, em ji bo bi dest xistina wan serkeftinan jiyan dikin. Emê hertim ji bo azadiya xwe têkoşîn bikin.”

‘Xeta ku ciwantî li ser ava bûye, îdeolojiya Netewa Demoqratîk û biratiya gelan e’

“Eger berxwedana gerîla bi sernekeve em jî bi sernakevin, eger gerîla nebe ciwan jî tune ne, azadî û demoqrasî jî bê gerîla nabe, ev berxwedan berxwedana hebûn û tunebûnê ye. Xeta ku ciwantî li ser ava bûye, îdeolojiya Netewa Demoqratîk û biratiya gelan e. Îro ev îdeolojî li tevahî cîhanê belav bûye, îro em dibînin li her dera cîhanê li dijî dewleta Tirk ya faşîst û dagirker çalakiyên protestokirinê tên pêkanîn. Her kes berxwedana gerîla ji xwe re esas digire, cîhan vê berxwedanê weke sembola jiyana nû pênase dike. Weke jiyana nû ya ku ji cîhanê re azadiyê bîne.”

‘Di dawiyê de wê îdeolojiya Rêber Apo û Netewa Demoqratîk bi serbikeve’

“Bi hevgirtina gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û gelên azadîxwaz li seranserî cîhanê, wê sala 2022’an bibe sala serkeftinê, wê xwedî derketina li felsefeya Rêber Apo jî li her derê hîna zêdetir bibe. Heman demê de serkeftinên ku gerîla bi dest dixe, tevahî hêzên hegomanîk ya cîhanê di şûqê de hêştî. Ya ku di dawiyê de bi serbikeve îdeolojiya Rêber Apo û Netewa Demoqratîk be. Herî dawî em wekî ciwanên tebqayê diyar dikin ku ji bo parastina xaka xwe, emê di çeperên pêş de cihê xwe bigirin, hemû erkê ku dikeve ser milê me emê pêkbînin.”

 

NC// Hozan Can

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şêniyên Kobanê şehîdên xwe oxir kirin

Nivîsa Pêş

ROJEVA 14’Ê GELAWÊJA 2022’YAN

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
ROJEVA 06’Ê GELAWÊJA 2022’YAN

ROJEVA 14’Ê GELAWÊJA 2022’YAN

Taktîkên Şerê Taybet Ya Nû Hizbullah XI-II

Taktîkên Şerê Taybet Ya Nû Hizbullah XI-II

Manşet

  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.