Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: Bi rêya provaksyonan dixwazin zemîna şerê navxweyî di nava kurdan de çêbikin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê nûçeyên derewîn yên ku PDK'ê li ser medyaya xwe kirî daxuyeniyek da.

Edîtor: Nucan Serdoz
27/05/2022 - 13:00
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
HPG: Bi rêya provaksyonan dixwazin zemîna şerê navxweyî di nava kurdan de çêbikin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Bamernê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de 2 jê zarok 3 sivîl şehîd bûne û nerazîbûn nîşanî ‘nûçeyên derewîn’ ên medya PDK’ê da. Li ser vê esasê daxuyaniyek da û nûçeyên derewîn eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

2 JÊ ZAROK 3 KES ŞEHÎD BÛN

“26’ê Gulanê li derdora nehiya Bamernê ya Amediyê, dewleta Tirk êriş bir ser xelkê me yê Başûrê Kurdistanê ku pîknîk dikir û di encamê de 2 jê zarok 3 welatiyên me şehîd ketin. Ji malbata hersê şehîdên Kurdistanê û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin, şîfa xêrê ji birîndaran re dixwazin. Encamên neyînî yên têkiliya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re û polîtîkayên şaş, bi komkujiya li Bamernê re careke din eşkere bû.

FIKAR Û GUMANA SÛCDARIYÊ YA LI NAVA PDK’Ê

Hin rayedarên PDK’ê û medya PDK’ê bi fikara sûcdariyê hewl dan bûyerê bixin stuyê hêzên me yên gerîla. Ev hewldan encameke tirsa ji nerazîbûna mafdar a gelê me ye. Lê belê gelê me ji ber ku bi xwe rastî dîtiye û pê zane, guh neda van sûcdariyan. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo parastina rûmeta gelê me û parastina Başûrê Kurdistanê berdêlên giran didin û bi rengekî fedaî şer dikin. Di rewşeke wiha de, PDK a ku komkujiyên dagirkeran ên li ser gelê me timî rewa nîşan dide, divê êdî dest ji vê helwesta xwe ya şaş berde.

BI RÊYA PROVOKASYONAN DIXWAZIN ZEMÎNA ŞERÊ NAVXWEYÎ DI NAVA KURDAN DE ÇÊBIKIN

Hêzên gerîla derbên kuştinê li artêşa Tirk dixin. Ji bo pêşî li têkçûna dîrokî ya artêşa Tirk bigirin, hewl tê dayin ku bi destê hin hêzên li nava PDK’ê provokasyon bêne kirin û bi vî rengî zemîn ji şerekî nava Kurdan re bê afirandin. Beriya niha di çapemeniyê de hatibû weşandin ku PDK ji bo hincetekê ji xwe re biafirîne ku li gel dewleta Tirk tevlî şer bûye, dikare hin pîlanên qirêj pêk bîne. Di 24’ê Gulana 2022’an de hin hêzên PDK’ê li herêma Goşinê ya Sidekanê bi ser nuqteyeke me ya gerîla ve çûn, xwestin şer biqewime û bi vî rengî provokasyon kirin. Lê belê bi nêzîkatiya berpirsyarane ya yekîneya me ya gerîla, ev provokasyon hate têkbirin. Artêşa Tirk di 25’ê Gulanê de ji ser qadên di bin kontrola PDK’ê de ne derbas bû û ji bejahî û hewayî ve êrişî Girê Hakkarî yê li herêma Metînayê kir.

DI ÇALAKIYA 26’Ê GULANÊ DE LI DAGIRKERAN HATE XISTIN

Di 26’ê Gulanê de artêşa Tirk a li qada Girê Şehîd Agir ê li Girê Ortê yê Metînayê, bû hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Agahiyên ku dibêjin ‘hêzên me yên gerîla êrişî hêzên PDK’ê kirine’ rast nîne.

DIVÊ PDK DEST JI HELWESTA XWE YA ŞAŞ BERDE

Di vê demê de ku artêşa Tirk tengav bûye û li ber têkçûnê ye, liv û tevgera bi vî rengî ya hêzên PDK’ê û weşandina nûçeyên şaş derewîn ên çapemeniya PDK’ê, eşkere ye bê têne çi wateyê. Şerekî nava Kurdan ji bilî dewleta Tirk a mêtinger qirker wê bi kêrî kesî neyê. Eşkere ye ku felaketeke bi vî rengî wê li Kurdistanê bibe sedema kaos, nearamî û hilweşîneke mezin. Em bang li PDK’ê dikin ku dest ji vê helwesta xwe ya şaş berde ku zerarê dide gelê Kurdistanê bi taybetî jî Başûrê Kurdistanê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

PDK bi MÎT re meleyan ji bo şerê li dijî PKK’ê erkdar dike

Nivîsa Pêş

Malbat û vasîsê Rêber Apo ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
DI TIRKIYÊ DE PARTÎPARÊZIYA ÎFLAS KIRÎ Û  LÊGERÎNÊN AVAKIRINA PARTIYÊN NÛ I

Malbat û vasîsê Rêber Apo ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Malbata Şanyaşar: Herî zêde kesên rastî bêedaletiyê hatin bi êşa wê dizanin

Malbata Şanyaşar: Herî zêde kesên rastî bêedaletiyê hatin bi êşa wê dizanin

Manşet

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.