Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

1’ê Gulanê li Amedê: Wê Kurd tu carî PDK’ê efû neke

Edîtor: Nucan Serdoz
01/05/2022 - 15:07
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
1’ê Gulanê li Amedê: Wê Kurd tu carî PDK’ê efû neke
ParvekeTweet

AMED – 1’ê Gulanê bi pêşengiya Platforma Şaxên Amedê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Odeya Tabîpan, Nûnertiya Herêmê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran a Şoreşger (DÎSK) û Desteya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) bi dirûşma “Em ê bi hev re biguherînin” li Qada Stasyonê hate pîrozkirin.

Serokê Komîteya Amadekar Kamûran Taş li mîtîngê axivî û diyar kir ku ew welatekî ji jiyaneke mirovane ji bo hemû kedkaran dixwazin û got, “Em ê vê sîstemê bi hev re biguherînin. Em dibêjin êdî bes e. Li gel zext û zordariyê, kedkar dest ji berxwedanê bernadin. Em piranî ne, bi milyonan mirov in, em ê rojên bedew bibînin.”

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya KESK’ê Gonul Kûral jî bal kişand ser pirsgirêka Kurd û got, “Desthilatdarî bi neçareserkirina pirsgirêka Kurd re dixwaze li ser desthilatdariyê bimîne. Newekheviya zayendî ya civakî kûr dibe. Karê li ser milê jinan giran dibe. Tundiya li jinan zêde dibe. Jinan dikin hedef. Mîna ku ev têrê nake Peymana Stenbolê radikin. Em li ber van polîtîkayên dijminê kedê radibin. Em welatekî wekhev, azad û demokratîk dixwazin. Em welatekî dixwazin ku şer lê nîne, pirsgirêka Kurd lê çareser buye, li girtîgehan êşkence nîne. Welatekî dixwazin ku tundî li jinê nayê kirin. Em ê bi hevgirtin û yekbûnê vê yekê pêk bînin.”

Ji Konseya Navendî ya TTB’ê Halîs Yerlîkaya jî got, “Ked a me ye, gotin a me ye, tenduristî ya me ye. Em zanin ku ev sîstema mêtingeriyê ya tê ferzkirin ne qeder e. Hêviya me heye, em ê biguherînin.”

BERXWEDAN WÊ DAWÎ LI AKP’Ê BÎNE

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag jî anî ziman ku têkoşîna kedkaran roj bi roj mezin dibe û got, “Sala 2022’an bû sala berxwedanê ji bo kedkaran. Karker daketin qadan, daxwaza mafên xwe kirin. Li ber polîtîkayên desthilatdariyê rabûn. Ya bi ser ket berxwedana kedkaran e. Faşîzma AKP-MHP’ê her roj girantir dibe. Lê belê berxwedana li dijî vê faşîzmê jî her roj mezin dibe.” Dersîm Dag destnîşan kir ku berxwedana bi pêşengiya jinan wê dawî li AKP û MHP’ê bîne.”

‘KURD WÊ XIYANETA PDK’Ê EFÛ NEKE’

Dag destnîşan kir ku AKP-MHP’ê desthilatdariya xwe li ser polîtîkayên şer dimeşîne û got, “Polîtîkayên şer li her qadê tên meşandin. Dema ku li Îmraliyê tecrîd tê girankirin, hingî polîtîkayên şer li dijî jinan, ciwanan û gel dikevin dewrê.”

Dersîm Dag diayr kir ku ji bo krîza desthilatdariyê neyê dîtin, polîtîkayên şer têne meşandin û got, “Herî dawî bi hevkariya PDK’ê êrişî gelê Kurd dike. Em bi dijminatiya AKP-MHP’ê zanin. Yên ku dibêjin ku ew operasyonê dikin, dixwazin Kurdan qir bikin, dixwazin Başûr dagir bikin. AKP-MHP dixwaze desthilatdariya xwe li ser xwîna Kurdan bimeşîne. Divê ti hêzên Kurd nebin amûrek ji van polîtîkayên qirêj re. Eger partiyek bibe amûre ji vê polîtîkaya qirêj re wê gelê Kurd ti carî wê partiyê efû neke. Gelê Kurd wê xiyanetê ti carî efû neke. Yên ku xiyanetê dikin wê têk biçin. Divê PDK nekeve xefika AKP’ê. Gelê Kurd şer naxwaze. Gelê Kurd naxwaze ku PDK bi polîtîkayên li dijî Kurdan bimeşe. Em naxwazin ku şer li gelê Kurd bê ferzkirin. Kurd wê nehêlin ku ev şerê qirêj bi ser bikeve. Yên ku li dijî Kurdan, li dijî jinan û ciwanan polîtîkayê dimeşînin wê winda bikin.”

Mîtînga 1’ê Gulanê bi stranan bi dawî bû.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Bakurê Kurdistanê gel xwe guh nade astengî û qedexeyan – 1’ê Gulanê li Bakurê Kurdistanê bi coş tê pîroz kirin

Nivîsa Pêş

1’ê Gulanê li Helebê hate pîroz kirin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
1’ê Gulanê li Helebê hate pîroz kirin

1'ê Gulanê li Helebê hate pîroz kirin

DGH’ê li Amedê li dagirkeran xistin – herî kêm 2 polîsên Tirkan birîndar bûn

DGH’ê li Amedê li dagirkeran xistin - herî kêm 2 polîsên Tirkan birîndar bûn

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.