Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YJA Star: Wek milîtanên jin em hebûna xwe di rastiya Serokatî de dibînin

Fermandariya Yekîneyên Jinên Azad a Star (YJA Star): Emê sala 2022’an de meşa xwe ya azadiyê bigihînin serkeftinê. Em rojbûna Serokatiya xwe wek rojbûna xwe dibînin, ji ber vê em di meşa xwe ya serfiraziyê de ji her demê bêhtir bibiryar in.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
03/04/2022 - 16:04
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
YJA Star: ‘Civaka azad wê bi giyanê berxwedêr yên jinan were afirandin’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya YJA Starê 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wî, gelê Kurd û hemû gelên cîhanê, dayikên şehîdan, hemû jinan û hemû hevrêyên xwe yên li çiyayên azad û girtîgehan li berxwe didin pîroz kir û bang li jin û ciwanan kir ku li dora Rêberê Gelan Abdullah Ocalan kom bibin.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Mirovê azad û afrînerê xeta jiyana azad, Rêber Apo li gundê Amarayê di nava tîrêjên Rojê de bi rojbûna xwe ve dîroka winda ya gelê Kurd cardin zindî kir û dîroka gelê Kurd derxist ronahiyê. Ji ber vê yekê rojbûna Rêber Apo bû rojbûna gelê Kurd, rojbûna hemû jinan û netewan. Bi mebesta vê rojê em, rojbûna Rêbertiya xwe di serî de li Rêber Apo û di şexsê dayîka berxwedêr Uveyş de li hemû dayîkên şehîdan, hemû jinan, berxwedanvanên zindanan, gelên cîhanê û milîtanên Rêber Apo pîroz dikin.

Rêber Apo bi felsefe û paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan ve, rastiya jina şerker û gelê şerker, mirovên azad, dîroka rast a gelê Kurd ava kir. Di encama kedên herî mezin yên Rêbertiya me de pergala konfedaralîzma demokratîk ji bo gelên cîhanê bû modela jiyana azad. Ev yek jî serkeftina herî mezin ya 50 salan a têkoşîna me ye. Pergala konfedaralîzma demokratîk bi Rêber Apo re, li ser esasên rastiya rêbertî û bîrdoziya azadiyê  cara yekem xwe bi pergal kiriye. Serok Apo bi jiyana xwe, di axên herî pîroz de dîroka watedar ya gelê Kurd bi rastiya xwe re kir yek û bi vî awayî bingeha avakirina mirovên azad cardin li ser axên pîroz ya Kurdistanê da destpêkirin. Rêberê mirovahiyê, azadiya jinan kir bingeha şoreşa civakî. Wek jinên Kurd di naskirina nasnameya xwe de ked û têkoşîna Rêbertiya me bingeha tevgera azadiya jinan û artêşbûna jinan e. Ji ber vê em ti carî esareta Rêbertiya xwe qebûl nakin û bang li tevahiya jin û ciwanan dikin ku di pêngava ‘Dem dema azadiyê’ de li derdora Rêber Apo kom bibin û sala 2022’an de şerê gelê şoreşgerî bigihînin serfiraziyê.

Serok Apo li dijî hemû komplogeran di bin zext û tecrîdên herî giran de ev 23 sal in tekoşîneke bê eman û bê sekin dimeşîne. Tevgera me ya azadiyê PKK jî li ser hîmê têkoşîn û felsefeya jiyana azad a Rêbertiya me, ev 50 sale li ser rehên fedayîbûnê pêş dikeve. Lewra Rêber Apo bi rojbûna xwe re dîroka rast a gelê Kurd cardin derxist holê, wateya vê jî di rastiya Serok Apo de vejîna gelê Kurd bû. Di rastiyê de hebûna Rêber Apo tê wateya xilasiya hemû gelan. Lewra li dijî pergala kapîtalîzmê ya ku dîrok, hebûn û nasnameya civakan tine dike, her tim dibe sedema kaos û qeyranan, pergala konfedaralîzma demokratîk jî dibe alternatîfa jiyana azad. Ji ber vê yekê gelên cîhanê di hebûna Rêber Apo de hêviya jiyanê dibînin. Bi têkoşîna Rêber Apo ve mirovahî ji nûve tê avakirin. Ji ber vê hêzên desthilatdar û hegemonîk, Rêber Apo û tevgera me PKK’ê ji bo xwe her tim wek xeteriyeke esasî dibînin. Ji ber ku pêşiya berjewendiya hêzên modernîteya kapîtalîst yekane hêza ku disekine Rêber Apo û tevgera me ya azadiyê PKK ye.  Êrîşên navendên hegomonîk her çiqas dijwar bin, zayina Rêbertî êdî rastiyeke jêneveger ava kiriye û her ku diçe ev rastî li giştî mirovahiyê belav dibe. Çêbûna Rêbertî kombûyina hişmendiya azadiyê ye. Bi Rêbertî re, di mirovahiyê de dara azadiyê ji nûve zindî bû. Bi taybet jin li ser çêbûna rastiya Rêbertî vegeriya cewherê xwe yê azad. Rojbûna Rêbertî şoreşa zihniyeta azad e. Rojbûna Rêbertî şoreşa jin û civaka azad e.

Gelê Kurd li ser axên Mezopotamyayê tovên civakîbûnê avêt, lê cardin li ser xakên herî dewlemend ên Kurdistanê bi êrîşên hêzên kapîtalîst re rû bi rû man, pêvajoya îmha û qirkirinê bi hemû dijwariya xwe heta niha jî berdewam dike. Lê, rêberê konfedaralîzma demokratîk Rêber Apo, gelê Kurd bi jiyana azad ve girê da, di demên ku êdî li ser dîrok û hebûna gelê Kurd tarîtî belav bûbû de gelê Kurd bi Rêber Apo re şerê azadiyê hilbijart. Ji ber vê li hember ramanên Rêber Apo ti hêz nikare bisekine. Ji ber ku tevgera me ya azadiyê PKK, bi xeta berxwedaniyê re êdî bûye tevgereke navnetewî. Ji bo azadiyê berxwedan û tekoşîn bi Rêbertî re bûye çavkaniya hêz û morala tevahî jinan, bindestan û hemû civakan. Êdî mirovahî bi tekoşîna tevgera azadiyê ketiye wê zanebûnê ku ne mecbûrî deshilatdariyê ye, dikare têkoşîn bike, dikare desthilatdariyê bin bixîne.

Bi jiyana azad a Rêber Apo re meşeke bi wêrek a jinan pêş ket. Ji Kurdistanê belavî hemû cîhanê bû, di dilê hemû jinan de şîara ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ yekîtiyek gerdûnî ava kir. Ji ber vê yekê êdî dem hatiye ku hêviyên azadiyê bigihêjînin serfiraziya mayînde.

Wek hêzên YJA Starê dilê me bi azweriya azadiyê re lê dide. Em soz didin Rêber Apo û gelên xwe; emê sala 2022’an de meşa xwe ya azadiyê bigihînin serkeftinê. Em rojbûna Serokatiya xwe wek rojbûna xwe dibînin, ji ber vê em di meşa xwe ya serfiraziyê de ji her demê bêhtir bibiryar in. Çawa ku gelê Kurd bi têkoşîna Serok Apo re bû xwedî hêzeke ji pola, em jî wek milîtanên Serokatî di rêya avakirina cîhaneke azad de bibin xwedî çalakiyên herî mezin. Lewra wek milîtanên jin em hebûna xwe di rastiya Serokatî de dibînin. Divê di serî de jinên Kurd û hemû jinên têkoşer, yên xwedî azweriya azadiyê, bi wêrekiyeke mezin, li derdora Rêber Apo bibin xelekeke ji agir. Armanca me azadî ye û şerê me jî li gorî wê mezin e. Em wek hêzên YJA Star’ê di wê bîr û baweriyê de ne ku, heger jiyaneke azad hebe ew jî bi Rêbertiya me re pêkan e. Ji ber ku Serokatî ji bo jiyana azad têkoşîneke herî mezin esas girt.  Em jî soza xwe  ji nûve li ser şopa şehîdên xwe yên mezin didin ku em ê xeta azadiyê bi serfiraziyê tacîdar bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gelê Dîlokê jî berxwe dide – Entep li dijî madenê rabû!

Nivîsa Pêş

Girtiyên PKK û PAJK’ê: Azadiya fîzîkî ya Rêbertî wê bibe armanca me ya jiyanê

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Girtiyên PKK’yî û PAJK’î: Heta Rêbertiya me azad bibe têkoşîna me wê domdar be

Girtiyên PKK û PAJK'ê: Azadiya fîzîkî ya Rêbertî wê bibe armanca me ya jiyanê

TAYBET – Endamên Grassroots Liberation Project ên Kenyayê:  Ji Rêber Apo re Azadî

TAYBET - Endamên Grassroots Liberation Project ên Kenyayê: Ji Rêber Apo re Azadî

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.